Li Liceyê artêşa Tirk gule mertalê zindî reşandin: 2 birîndar

Koma li bejahiya navçeya Amed Liceyê dest bi çalakiya mertalên zindî kir, rastî êrîşa leşkerên Tirk hat. Hat ragihandin ku ji ber guleyên leşkerên Tirk du kes bi giranî birîndar bûne.

Li sêgoşeya Lice-Hênê-Karazê danê sibehê leşkeran dest bi operasyonê kirin û di navbera wan û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Hat ragihandin ku şer her ku diçe dijwartir dibe. Li gorî nûçeya DÎHA'yê welatiyên li Deşta Fîsê dijîn ji bo pêşiya şer bigirin wekî mertalên zindî ber bi herêmê ve bi rê ketin û ji ber guleyên ji aliyê leşkeran ve hatine reşandin welatiyê li aşxaneyekê dixebite Aydin ê ku paşnavê wî nayê zanîn û welatiyek navê wî nayê zanîn bi giranî birîndar bûn. 

Welatiyan bi derfetên xwe her du birîndar ji herêmê derxistin û ji ber gulebaranê nikarin wan bibin nexweşxaneyê. 

Her wiha leşker qada ku gerîla û welatiyên sivîl lê ne gulebaran dike. Çalakiya welatiyan jî berdewam dike.

Piştî ku şer hat bihîstin, Rêxistina DBP'ê ya Amedê heyeta ji parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmetullah Erdogmûş, Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin û rêveberên HDP û DBP'ê pêk tê ava kir û ber bi herêm şer re şand. Hat zanîn ku leşker pêşiya heyetê girtiye û nahêle ku heyet biçe herêmê.

JI DBP'Ê BANGA ÇALAKIYAN

Rêxistina DBP'ê ya Amedê der barê bûyeran de  daxuyaniyek nivîskî weşand. DBP'ê diyar kir ku pêkanînên ku di van demên dawî de diqewimin salên 90'î tîne bîra mirovan û got: "Ji bo êrîşên hêzên dewletê yên li ser gel pêk tê û qedexeya walîtiya Amedê şermezar bikin em bang li tevahiya gelê Amedê dikin ku her êvarê seat di 20.00'an de çalakiya dengderxistinê pêk bînin û  lampeyên xwe bigirin û vekin."