Biryara xwerêveberiyê wê li Marsîlyayê bê silavkirin
Li Marsîlyayê wê komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin werin protestokirin û biryara xwerêveberiyê ya Kurdan bê silavkirin.
Li Marsîlyayê wê komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin werin protestokirin û biryara xwerêveberiyê ya Kurdan bê silavkirin.
Ciwanên Azad, wê li bajarê Fransa Marsîlyayê ku ji bo Abdullah Toprak û Rahmî Kiziltaş ên li Gimgimê hatin înfazkirin serdanên sersaxiyê tê qebûlkirin, wê çalakiyekê lidar bixin.
Di çalakiyê de wê xwerêveberî û xweparastina li bajarên Kurdistanê hatine ragihandin were silavkirin û komkujiyên dewleta Tirk werin şermezarkirin. Ciwanên Azad ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir.
'EM BIRYARA XWERÊVEBERÎ Û XWEPARASTINÊ SILAV DIKIN'
Di daxuyaniya Ciwanên Azad a li ser mijarê de hat ragihandin ku çalakî wê saet di 19:00 de li Meydana Canebîere destpê bike û hat gotin, "Em sekna gelê Kurdistanê ya biryara xwerêveberî û xweparastinê li dijî polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta TC a mêtînger wergirtiye, silav dikin û soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku li her devera ciwanên Kurdistanê lê hene, wê berxwedan were mezinkirin."
Ciwanên Azad di serî de jin û ciwan bang li hemû Kurd û dostên wan ên li Marsîla û derdora wê dijîn kirin, ku beşdarî çalakiyê bibin.