KURDISTAN
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Hemû Nûçe
-
-
Hevşaredarê Şemzînanê: Dorpêçî û êrîş dewam dikin
Êrîşên leşkerên Tirk ên li hemberî gundê Şapatanê dewam dike. Gundî jî, ji bo ewlekariya xwe li derdora mizgefta gund kom bûn. Gundî birîndarên xwe li gorî derfetên xwe derman dikin. Li navenda navçeyê jî gel li sûkê dicive.
-
-
Li Hambûrgê bal hat kişandin ser hovîtiya li Kurdistanê
Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi çalakiyeke korsan re bal hat kişandin ser hovîtiya li Gimgim, Lice, Farqîn û Cizîrê û di serî de hikûmeta ELmanya ji welatên YE û NATO hat xwestin, ku li dijî desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.
-
Sariyildiz: Gelê me wê xwe û rûmeta xwe biparêze
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz da xuyakirin, ku AKP'ê li Kurdistanê hemû saziyên dewletê dîl girtiye, ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û destnîşan kir, ku bi xwerêveberiyan re wê gel xweza, hebûn rûmeta xwe biparêze.
-
-
-
Vaye berhema AKP’ê ya li Farqînê
Li gel biryara qedexeya derketina kolana, polîs û leşker îro li Farqînê mal û kargeh gulebaran kirin, bombe kirin, mal şewitandin. Li taxên ku polîs û leşker vekişiyane bîlançoya derketiye pir giran e.
-
KOM’ê banga, ‘em bêdeng nemînin’ li jinan kir
Endama Heyeta Îmraliyê û Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM) Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku wêneyên Farqînê filmên şer tîne bîra mirov û bang li hemû jin û kesên aştîxwaz kir ku dengê xwe ji bo Farqînê bilind bikin.
-
-
-
Li Bazidê xwerêveberî hat îlankirin
Li Bazîdê nûnerên partiya siyasî û saziyên sivîl ên civakî bi daxuyaniyekê "Xwerêveberî" îlan kirin. Nûnerên saziyên sivîl diyar kirin ku li dijî komkujiyên hikûmeta AKP'ê wê parastina xwe ya rewa ava bikin.
-
-
-
-
-
-
-
Ji Heyeta HDP’ê banga ji bo Farqînê
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak got: "Ji bo rewşek xerabtir pêk neyê divê rêxistinên civakî yên sivîl û hemû alî bikevin nava tevgerê."
-
HPG: 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiyan de li gor yên hatin tespîtkirin 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin 2 panzer jî di nav leşkeran de hatin îmhakirin.
-
-
Salîhoglû ya ÎHD'yî: Halk dibêje ku 2 kes hatine înfazkirin
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Sevîm Salîhoglû ya li Gimgimê lêkolînan dike got: “Gel dibêje ku 2 kesên nasnameya wan hatiye aşkerakirin hatine înfazkirin. Ji bo 2 kesan dibêjin, ‘Ciranên me bûn, berê me bi hev re çay vedixwar.”
-
-
-