DBP: Pêwîst e gelê me biçe Deşta Fîsê û nerazîbûna xwe nîşan bide
Rêxistina DBP’ê ya Amedê li hember pêkanînên mîna komkujiyan ên ji danê sibehê ve bang li gelê Amedê kir ku biçe Deşta Fîsê ya Licê û nerazîbûna xwe nîşan bide.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Walîtiya Amedê ya li gelek navçeyên me derketina kolanan qedexe kiriye, li gelek herêman jî herêma bi ewle îlan kiriye. Li sêgoşeya Licê-Hênê-Karaz a Amedê de kiryarên mîna salên 90’an rû didin. Gelê Licê, Hênê û Farqînê ji îro ve bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye. Çi di şewitandina gundan çi jî ku bombeyan diavêjin ser gel pêkanînên dij mirovatiyê ne. Li hember komkujiyan divê her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, li hember vê hovîtiyê bikeve nav tevgerê.
Li hember pêkanînên mîna komkujiyan ên ji danê sibehê ve, em bang li gelê me yê Amedê dikin ku biçin deşta Fîsê ya Licê ya êrîş lê zêde bûne û helwesta xwe nîşan bide.”