Şewata li sêgoşeya gundên Hênê-Licê-Karazê berfireh dibe
Leşkeran li gundên sêgoşeya Hênê, Licê û Karazê operasyon pêk anîn û daristana herêmê şewitandin. Şewata daristanê belav bû û gundên herêmê di bin tehlûkeyê de ne.
Leşkeran li gundên sêgoşeya Hênê, Licê û Karazê operasyon pêk anîn û daristana herêmê şewitandin. Şewata daristanê belav bû û gundên herêmê di bin tehlûkeyê de ne.
Leşkeran li gundên sêgoşeya Hênê, Licê û Karazê operasyon pêk anîn û daristana herêmê şewitandin. Şewata daristanê belav bû û gundên herêmê di bin tehlûkeyê de ne. Hat diyarkirin ku gelek welatî ji ber şewatê birîndar bûne û welatiyên bi hawarê çûn jî hêj negihiştine herêma şewatê.
Leşkeran li gundên sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê operasyona leşkerî pêk anî û herêm da ber bombeyan. Ji ber leşkeran zêde bombe û gule barandin daristana li herêmê şewitî û şewat belav dibe. Welatiyên gundan ên xwestin daristanê vemirînin rastî astengiya leşkeran hatin. Leşkeran li ser welatiyan gule reşandin û destûr nedan ku welatî şewatê vemirînin. Welatiyên bi derfetên xwe çûn herêma şewatê, niha di nava şert û mercên gelek dijwar de û bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin. Li gundê Zerê di navbera leşker û gerîlayên HPG'ê de şer derket. Di şer de kesên birîndar û jiyana xwe ji dest dan jî hene. Lê der barê birîndar û miriyan de agahî zelal nebû. Hat zanîn ku li nêzî gundê Pirik ê Deşta Fîsê jî maşîneyek rastî gulebaranê hat. Di êrîşê de tiştek bi kesên di maşîneyê de nehat.
Ji ber li herêmê şer hebû, wekilên HDP'ê ji bo li dijî şer bibin mertalên zindî xwestin biçin herêma şer. Lê leşkeran destûr neda ku wekîl biçin qada operasyonê Piştî Wekîl bi Walî û Qeymeqam re hevditin kirin derbasî herêmê bûn.
Heyeta rêveberên HDP, DBP û şaredaran pêk tê, hewl didin biçin gundê Zerê.
Li aliyê din înternet û ceyrana navçeyên Licêû Hênê û operatorên GSM'ê hatine qutkirin û ragihandin xetimiye. Ji ber vê yekê agahî ji herêmê nayê girtin.