TJK-E û KCD-E: Divê li hember van komkujiyan berteka demokratîk bê nîşandan

TJK-E û KCD-E bi daxuyaniya hevpar a weşandin gotin, “Her kî ji xwe re dibêje ez Kurd im, demokrat im, jin im û mirov im pêwîst e gelê Kurd tenê nehêlin.”

TJK-E û KCD-E bi daxuyaniya hevpar a weşandin gotin, “Her kî ji xwe re dibêje ez Kurd im, demokrat im, jin im û mirov im pêwîst e gelê Kurd tenê nehêlin. Duh li Gimgimê mal hatine şewitandin, mirov bi saxî şewitandine û qetil kirine. Îro li Licê-Hênê-Farqîn û Cizîra Botan ketine nav hewldana komkujiyeke mezin. Li hember van komkujiyan pêwîst e her kes nerazîbûna xwe ya rêxstinkirî û demokratîk nîşan bide.”

Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropa (KCD-E) di daxuyaniya hevpar a weşandin de diyar kirin ku dewleta Tirk a şerê qirêj ê li Kurdistanê û hovîtiyê de ti hiqûqî nas nake êrîşî îradeya rêxistinkirî  ya gelê Kurd dike û dixwaze li ser navê nasnameya rêxistinkirî ya gelê Kurd çi hebe tine bike. TJK-E û KCD-E destnîşan kirin ku dewleta Tirk a mêtinkar û artêşa wê ya bi îlana xwerêveberiyan re êrîşkariyê dike û di hovîtiyê de sînor nas nake, navçe, tax û gundên xweserî lê hatine îlankirin dişewitîne, hildiweşîne û sivîlan qetil dike. TJK-E û KCD-E gotin, “Bêguman temaşekirina vê komkujiyê sûcekî mezin ê mirovatiyê ye. Her kî ji xwe re dibêje ez Kurd im, demokrat im, jin im û mirov im pêwîst e gelê Kurd tenê nehêlin. Duh li Gimgimê mal hatine şewitandin, mirov bi saxî şewitandine û qetil kirine. Îro li Licê-Hênê-Farqîn û Cizîra Botan ketina nav hewldana komkujiyeke mezin. Li hember van komkujiyan pêwîst e her kes nerazîbûna xwe ya rêxstinkirî û demokratîk nîşan bide. Em van polîtîkayên qetlîamker û qirker ên li hember gelê me bi derketina kolanan protesto bikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku mêtinkariya bi pêkanînên şerê taybet berê bi ser gelê Kurd de diçe, jin û ciwanan bi taybet dike hedef, ji bo zarokan jî ti mafê jiyanê nas nake û wiha dewam kir: “Bi îşkenceya fîzîkî ya li hember li bedena gerîlayek jin a hê duh şehîd ket xwestine di serî de jinên Kurd, tevahî gelê Kurd bitirsînin û biperçiqînin. Gelê Kurd û jinên Kurd ji kevneşopiyek mezin a berxwedanê tên. Weke duh wê îro jî li ber xwe bidin. Di rêya heq û heqîqetê de wê heya dawiyê têkoşîna xwe pêş bixin.

Li gelek bajar, navçe û gundan di bin navê ‘Ewlehiya Taybet’ de amadekariyên komkujiyek pir mezin tê kirin. Mal bi tankan têne xistin û gelê sivîl tê qetilkirin. Li Amedê di serî de li Farqînê li gelek navçeyan komkujî têne kirin.  Her kes divê li her cihê ku lê ne nerazîbûnên xwe deynin holê û divê gelê Kurd ê li ber xwe dide tenê nehêle.”