Li Hambûrgê bal hat kişandin ser hovîtiya li Kurdistanê

Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi çalakiyeke korsan re bal hat kişandin ser hovîtiya li Gimgim, Lice, Farqîn û Cizîrê û di serî de hikûmeta ELmanya ji welatên YE û NATO hat xwestin, ku li dijî desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê bi çalakiyeke korsan re bal hat kişandin ser hovîtiya li Gimgim, Lice, Farqîn û Cizîrê û di serî de hikûmeta ELmanya ji welatên YE û NATO hat xwestin, ku li dijî desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.

Li ser banga Meclîsa Gel a Hambûrgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn, bi sedan Kurdistanî saet di 18:00 de li ber Parlamenta Eyaleta Hambûrgê civiyan û meşiyan. Di nava çalakgeran de parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansûz Ozdemîr hebû.

Beriya destpêkirina meşê Meclîsa Gel a Hambûrgê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dewleta Tirk a li Kurdistanê di şerê qirêj û hovîtiyê de hiqûqê nas nake, êrîş vîna rêxistinbûyî ya gelê Kurd dike û dixwaze her tiştên bi navê nasnameya rêxistinbûyî tine bike. Meclîsa Gel da xuyakirin ku li tax û gundên navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihandin, dewlet û artêşa Tirk malan dişewitîne, sivîlan qetil dike û hat xwestin, ku ev kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê tavilê bi dawî bibin.

Dûre li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn daxuyaniyek hat dayîn û îşkenceya ku leşkeran li bedena gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) kirin û bi tazîkirinê re cenaze teşhîr kirin, hat şermezarkirin.

Girseya gel piştî daxuyaniyan bi qîrîna dirûşmeyan heta kolana Jungfernstieg meşiya. Piştî meşê Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr li vir axivî û destnîşan kir ku divê li hemberî bûyer û rewşa li Kurdistanê diqewime, ti kes bêdeng nemîne. Ozdemîr da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê bi ti awayî li dijî DAIŞ'ê şer nake û di serî de hikûmeta Elmanya bang li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO'yê kir, ku li hemberî şerê taybet ê desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.

Di dawiya çalakiyê de ji bo mîtînga roja Înê saet di navbera 15:00-19:00 a li Monckebergstrasse, ku bi dirûşmeya 'Jin li dijî şerê AKP û DAIŞ'ê radibin ser piyan' tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

 

...