Vaye berhema AKP’ê ya li Farqînê
Li gel biryara qedexeya derketina kolana, polîs û leşker îro li Farqînê mal û kargeh gulebaran kirin, bombe kirin, mal şewitandin. Li taxên ku polîs û leşker vekişiyane bîlançoya derketiye pir giran e.
Li gel biryara qedexeya derketina kolana, polîs û leşker îro li Farqînê mal û kargeh gulebaran kirin, bombe kirin, mal şewitandin. Li taxên ku polîs û leşker vekişiyane bîlançoya derketiye pir giran e.
Li gel biryara qedexeya derketina kolana, polîs û leşker îro li Farqînê mal û kargeh gulebaran kirin, bombe kirin, mal şewitandin. Li taxên ku polîs û leşker vekişiyane bîlançoya derketiye pir giran e û heyeta ku ji rêvebirên HDP û DBP'ê pêk tê li navçeyê dest bi lêkolînan kir.
Li navçeya Farqîn a Amed di nav rojê de polîs û leşker malan, wesayîtan û kargehan gulebaran kirin û dan ber bombeyan. Piştî ku polîs û leşker ji taxan vekişiyan li navçeyê bêdengî pêş ket. Bi taybet li taxên Tekel û Mescît gelek mal xera bûn û li ser mal û dikanan şopên roket û guleyan hene.
DESTPÊKÊ BOMBE AVÊTIN PIŞTRE BI SER MALAN DE GIRTIN
Li Taxa Tekelê tîmên taybet destpêkê bombeyên destan avêtin mala Fatma Can û Ramazan Can û piştre jî bi ser malê de girtin. Fatma Can a ku mala di encama êrîşê de hilweşiya 3 roj berê vala kiribû got ku bi 3 zarokên xwe re dîjî û wiha axivî: "Eger em li malê bûna em ê jî bihatana qetil kirin. Wê zarokê min ê di dergûşê de jî bihata qetilkirin."
JI BER BOMBEYA DESTAN KRÎZA DIL DERBAS KIR
Her wiha hate zanîn ku pîra bi navê Hanîfe Durak (80) a cîrana mala Fatma Can e, ji ber dengê bombeyê krîza dil derbas kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Li gor agahiyên destpêkê di encama êrîşa polîs û leşkeran de li navçeyê 4 kes jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
BANGA KOMKUJIYÊ HATE KIRIN
Yek ji şahidê êrîşan jina bi navê Remzîye Sarili (76) anî ziman ku tîmên taybet ji wesayitên zirxî anonsan derbas kirine, heqaretê li gel kirine û tekbîr anîne. Sarili diyar kir ku, tevî ku biryara qedexeya derketina kolanan hebû polîsan ji wesayitên zirxî anonsa "Derkevin sikakan" kirine. Sarîlî destnîşan kiri ku eger derketina kolanan wê bihatana qetil kirin.
2 JINÊN CIWAN BI GULEYÊN SEKVANAN BIRÎNDAR BÛN
Li Taxa Mescîtê jî jina ciwan a bi navê Handan Altunterin (20) li ber derê mala xwe ji aliyê sekvanan ve hedef hate girtin û ji stûyê xwe birîndar bû. Bi heman şeklî Ayşe Topdemîr jî ji zendê xwe birîndar bûye. Hate ragihandin ku tenduristiya her du jinên ciwan jî baş e û li mal tedawî dibînin.
HEYET LÊKOLÎNAN DIKE
Li navçeya ku bêdengî heye, wesayitên zirxî li kuçeyan digerin. Heyeta ku ji rêvebirên HDP û DBP'ê pêk tê li taxên Tekel û Mescîtê lêkolînan dikin. Ji ber biryara qedexeya derketina kolanan welatî di malan de asê mane.