Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan, li Gimgima ku 4 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatin înfazkirin lêkolînan dike.
Endama Desteya Rêveber a Navendî ya ÎHD’ê Sevîm Salîhoglu got ku bi şahid, qeymeqam û midûrê polîsan ê navçeyê re axivîne.
Salîhoglû çavdêriyên xwe wiha vegot: "Tespîta yekemîn a em pir bandor kirin travmaya ku mirovên me ev 2-3 roj in dijîn. Tevayî jiyana mirovan serobin bûye. Bi heman awayî derûniya wan jî xera bûye. Gelek kesên deriyên xwe digirin û ji navçeyên diçin hene.
Saet nêzî 15.00’an hê pir zû esnaf dikanên xwe digirin û diçin malên xwe.
Gel dibêje ku 2 kesên nasnameya wan hatiye aşkerakirin hatine înfazkirin. Ji bo 2 kesan dibêjin, ‘Ciranên me bûn, berê me bi hev re çay vedixwar.”
Vê rewşê jî di gel de texrîbateke mezin çêkiriye.
Di hevdîtina me ya bi Qeymeqam re Midûrê Polîsan jî beşdar bû. Qeymeqam jî weke rayedarekî dewletê axivî. Tiştekî me qebûl nekir. Mînak ku li beşeke navçeyê piraniya malan hatine gulebarankirin çavkaniya xwe ji wan nagire.
Dema me got em înfaz, şêwazê înfazê û teşhîrkirina bedena Ekîn Van qebûl nakin, ev negirtin ser xwe. Berpirsyartî negirtin. Daxuyaniya walîtiyê ya ji raya giştî re dubare kirin.
Hevdîtinên me yên li navçeyê didomin. Paşê em ê raporeke berfireh amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.