Komalên Ciwan banga berxwedana topyekûn li ciwanan kir

Koordînasyona Komalên Ciwan hişyarî da ku hewldanên komkujiyê yên li Farqînê hatin kirin, dibe ku li bajarên din ên Kurdistanê jî bên kirin û banga berxwedana topyekûn li ciwanan kir.

Koordînasyona Komalên Ciwan hişyarî da ku hewldanên komkujiyê yên li Farqînê hatin kirin, dibe ku li bajarên din ên Kurdistanê jî bên kirin û banga berxwedana topyekûn li ciwanan kir. 

Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyeyê ya nikare xwe li ragihandina xwerêveberiya demokratîk a li gelek bajarên Kurdistanê rabigirin, li dijî gelê Kurdistanê ketine nava hewldanên komkujiyê û destnîşan kir ku gelê Kurd nîşan daye ku ji bo bilindkirina têkoşîna azadiyê û li dijî armancên asîmîlasyon û qirkirinê mayîna li ser piyan, êdî sebra xwe nemaye.

Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku ragihandina xwerêveberiyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin ku baweriya gel bi dewlet û hikûmeta AKP'ê nemaye û ev xal destnîşan kir:

"Hikûmeta AKP'ê bi destê polîs û artêşê ciwanên Kurd qetil dike, li qadên serhildan lê mezin dibe, berxwedan lê xurt dibe, komkujiyan dike. Yek ji herêmên ev komkujî lê zêde bûne Gimgim, Farqîn, Silopiya, Giyadîn, Dêrsim û gelek bajarên din ên Kurdistanê ye. Hikûmeta AKP'ê ev herêm veguherandiye herêma şerê taybet. Ji bîlançoya hov a salên 90'î mezintir bîlançoyeke giran derdikeve holê. Leşkerên Tirk şer derbasî kolanên Kurdistanê kirine û li dijî gelê bêçek dest bi şer kirine. Bi tank û çekên giran re kolanên Kurdistanê veguherandine qada dagirkeriyê."

Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakiri ku li dijî van polîtîkayên şerê qirêj ên faşîzma AKP'ê, ciwanên Kurd li qadan pêşengî kirine, xweparastin afirandine û got, "Lewma em vî ruhê berxwedêr ê ciwanên kurd silav dikin. Konsepta êrîşê ya li navçeya Amed Farqînê, mîna Gimgimê derketiye asteke ku gelê sivîl hedef digire. Ji bo têkbirina vê konsepta şer em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin. Wê hewl bidin bûyera li Farqînê rê li ber vekirin, li gelek bajarên Kurdistanê bikin. Pêwîste li bajar û navçeyên din ên Kurdistanê ciwan di vê nuqteyê de hişyar bin û xwe biparêzin. Em hemû ciwanên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bibîr tînin û soza hilanîna tola wan didin."