Endama Heyeta Îmraliyê û Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM) Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku wêneyên Farqînê filmên şer tîne bîra mirov û bang li hemû jin û kesên aştîxwaz kir ku dengê xwe ji bo Farqînê bilind bikin.
Meclîsa Azadiyê ya Jinan (KOM) li ser hewldanên komkujiyê yên li Gimgim, Lîce û Farqînê civîna çapemeniyê lidarxist. Civîn li salona konferansê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) pêk hat. Endama Meclîsa Azadiyê ya Jinan û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, Endama Meclîsa Azadiyê ya Jinan Emîne Tanrikulu û gelek endamên din ên Meclîsa Azadiyê ya Jinan tevlî civînê bûn.
'GEL MAYE LI KOLANAN'
Endama Meclîsa Azadiyê ya Jinan Emîne Tanrikulu diyar kir ku îro wan dixwest ji gelek cihan ber bi Silopiyê ve biçin, lê ji ber bûyerên li Farqînê bernama xwe guherandine. Tanrikulu destnîşan kir ku li Farqînê operasyonek mezin hatibû plankirin û îro li Kurdistanê pêvajoyek ku ji salên 90'î ne cûda ye hate jiyin. Tanrikulu got ku ew ji bo aştiyê û rawestandina pevçûnê çûn Farqînê lê ji aliyê hêzên taybet ve hatin asteng kirin û wiha axivî: "Hêzên taybet ji me re gotin 'Hun neçin emê we jî gulebaran bikin'" Tanrikulu daxuyand ku gelek welatiyên ku ji bo agahî ji xizmên xwe yên li Farqînê bigirin çûne ketina navçeya Farqînê lê ji aliyê hêzên taybet ve hatin asteng kirin. Tanrikulu da zanîn ku li navenda Farqînê 3 tax hatine vala kirin û wiha berdewam kir: "Gel maye li kolanan, bê xwarin û pêwîstiyên tendirustiyê mane. Li Farqînê şerê Kobanê hatiye destpêkirin. Em hemû kesên demokrat û bi wijdan vedixwînin Farqînê ji bo biçin û rewşa gelê wir bibînin. Li Farqînê zarok bê şîr in û xwarin nîne gel bixwe. Hêzên taybet nahêlin ambulans bikevin navçeyê."
BÛYER HÊZA QEYMEQAM DERBAS DIKE
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu jî diyar kir ku li gorî zanînên wan ji şaredarî û îtfayeyê girtin, gelek mal û market hatine şewitandin. Kerestecîoglu destnîşan kir ku qeymeqamê wir pir bê tecrûbe ye û wiha axivî: "Qeymeqam jî dibêje 'Ev bûyer ji hêza min zêde ye'. Polîsên wê derê jî gotin ku ew dixwazin siyasetmedar vî şerî bisekinînin."
'2 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DANE'
Endama Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku wêneyên Farqînê filmên şer tîne bîra mirov û her cih hatiye bombebaran kirin. Bagriyanik bang li hemû jin û kesên aştîxwaz kir ku dengê xwe ji bo Farqînê bilind bikin. Bagriyanik got ku Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel ku li Farqînê ye ji wan re gotiye "Farqîn tê bombebaran kirin. Tu berpirsyar bersiva wan nadin. Hêzên taybet ji wan re dibêjin 'Emê we hemûyan bikujin'." Bagriyanik destnîşan kir ku li gor zanînên parlementeran dane wan heta niha 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene.
Bagriyanik daxuyand ku Meclîsa Azadiyê ya Jinan ji bo rewşa Gimgimê lêkolîn bikin wê sibe biçin Gimgimê.