Wekîla HDP’yî Yîgîtalp a li Farqînê: Divê zexta raya giştî pêk bê

Ji parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp a li Farqînê bang: Walî û qeymeqam diyar dikin însiyatîfa wan a rawestandina êrîşan nîne. Niha bi awayekî zelal 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li taxên Tekelî, Mescît û Konak ên Farqîna Amedê êrîşên dewletê bê navber didomin.

Parlamentera HDP’ê ya li navçeyê Sîbel Yîgîtalp li gor saet 15.15’an rewşa navçeyê wiha ragihand:

"5 roj in li navçeyê me. Ez duh êvarî çûbûm Amedê, sibehê dîsa vegeriyam.

Li gor agahiyên ji me re hatine 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 3 kes birîndar in. Lê dibe ku windahî zêde bibin.

Hemû rê girtîne, polîs û hêzên çevîk kê dibînin gulebaran dikin. Min maleke ku ji ber bombeyên gazê şewitiye dît.

Ez nêzî Taxa Tekelî ya pevçûn lê rû didin disekinim. Timî dengê çekan tê.

Sekvan li ser banan bi cih kirine. Derfetên em hereket bikin nînin.

Gel pir bi fikar e. Li navçeyê elektrîk, av, întenet nîne. Telefon naxebitin. Ez derketime cihekî bilind û bi rêya telefonê diaxivim.

Em bi walî û qeymeqam re diaxivin tişta ji me re dibêjin ev e: Li derveyî însiyatîfa me ye, em nikarin tiştekî bikin. Ya biryar dide Enqere ye.

Ji lewra pêwîstî bi zexta raya giştî heye. Eger zexta raya giştî pêk neyê mimkun e pir tiştên giran rû bidin.