Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) diyar kir ku şerê dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne li gor ola Îslamê di ti pîvana exlaqî û hiqûqê de cihê wê nîne. DÎK’ê hovîtiya li Bakurê Kurdistanê li hember gelê Kurd bi tundî şermezar kir.
DÎK’ê bal kişand ser hovîtiya li hember cenazeyê gerîlaya YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Van) a li Gimgimê hat qetilkirin û got: Bi vê hovîtiyê re rûmeta mirovatiyê tine hatiye hesibandin. Em vê hovîtiya li hember gelê Kurd bi lanet şermezar dikin.”
Kongreya Civaka Îslamî (DÎK) a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Îro li Kurdistanê ji bo xeyalên seltenata yekperest hovîtiya bi destê dewleta Tirk tê kirin, li Rojhilata Navîn di DAIŞ’a dijminê mirovatiyê de hatiye dîtin.”
DÎK’ê bang li raya giştî ya cîhanê kir û got: “Em bang li tevayî raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember komkujî û tecawizên vê zîhniyeta li Kurdistanê ti nirxekî însanî, demokratîk û baweriyê nas nake re bêjin bes e.”
DÎK’ê diyar kir ku pêwîst e li hember kesên vê zilmê pêk tînin divê hemû gel bi hev re têkoşînê pêş bin û got:
“Wê dîrok û gelê Kurd pêkhateyên siyasî yên pêkanîna vê wezîfe û berpirsyartiya dîrokî asteng dikin, paşde dimînin efû neke.”