Meclîsa Gel a Licê, piştî îlana xwerêveberiyê çû Deşta Fîsê
Meclîsa Gel a Licê xwerêveberiya xwe îlan kir û piştre ber bi Deşta Fîsê û sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê hereket kir.

Li navçeya Licê ya Amedê jî Meclîsa Gel a Licê xwerêveberî îlan kir. Li ser navê Meclîsê ku li avahiya navçeyê ya DBP'ê kom bûn, Hevserokê DBP'a Licê Murat Akgun daxuyanî da. Akgun anî ziman ku yên ku tevgera azadiyê ya Kurd û rewabûna wê nas nekin, ew jî wan nas nakin. Akgun diyar kir ku wê li hemberî dewleta îşkencekar û faşîzan xwerêveberiya xwe pêş bixin û wiha pêde çû: "Em ê li ser vê esasê jiyana azad ava bikin. Em weke hilbijartiyên gel, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya demkî şermezar dikin."
Akgun berxwedana Silopiya, Gever, Cizîr, Sûr, Gimgim û Farqînê jî silav kir û wiha berdewam kir: "Em wek gelê Licê û hilbijartiyên wê xwerêveberiya xwe îlan dikin, biryara xwerêvebirinê digirin. Em ê li hember êrîşên ku rêveberiya me û vîna me nas nake xweparastinê pêş bixin."
Piştî civînê gelê Licê bi pêşengiya Meclîsa Gel, ji bo bibin mertalên zindî ber bi Deşta Fîsê û gundê Hurê ku pevçûn berdewam dikin hereket kir.