Protestoyan li Amedê destpê kir

Komkujiya ku dewleta Tirk li Gimgim, Licê û Şemzînanê pêk anî li Amedê bi girseyî hat şermezarkirin.

Komkujiya ku dewleta Tirk li Gimgim, Licê û Şemzînanê pêk anî li Amedê bi girseyî hat şermezarkirin.

Komkujiya dewleta Tirk li Gimgim, Farqîn, Licê û Şemzînanê hat şermezarkirin. Gelê Amedê derket ser şaneşînên malên xwe bi beroş û kevçiyan çalakiya dengderxistinê pêk tîne.

Ciwanên li derdora Nînova dirûşm berz kirin, yên li derdora girtîgeha Rezan û Hûzûrevlerî jî bi teqandina fîşekan êrîş tên şermezarkirin.