NPG: Eger artêşa Tirk êrîşên xwe bidomîne, wê gerîla mudaxale bike

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Tirkiye hişyar kir û diyar kir eger êrîş berdewam bikin de wê gerîla neçar bimîne mudaxale bike.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, bang li tevahî gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî navendên ku xwerêveberiya xwe ragihandine bibin xwedî helwest û xwest berxwedanê pêş bixin. Fermandariyê Tirkiye hişyar kir û diyar kir eger êrîş berdewam bikin wê gerîla neçar bimîne mudaxale bike.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Fermandariyê de, hat diyarkirin ku  êrîşên AKP’ê yên di 24’ê Tîrmehê de li hemberî Tevgera Azadiya Kurd daye destpêkirin aniye xaleke pir bi tehlûke û wiha hat gotin, “Dewleta AKP’ê ya li hemberî girtin, zext û zilma polîsan ti rêyeke din ji derveyî xwerêveberiyê û xweparastinê nehiştiye, dixwaze vê weke ‘di nava dewletê de dewlet heye’ nîşan bide û rêbazê faşîzan, nîjadperest a ku komkujiyan pêk bîne di dîrokê de kêm tê dîtin a bi temamî perçiqandinê armanc dike daniye pêşiya xwe.”

Di daxuyaniyê de Engîn Sîncer û Xelat Soran ên di sala 2003’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dane jî hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Em hevalê yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurdistanê, endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê û endamê Fermandariya Biryargeha Navendî Engîn Sîncer (Erdal) û hevala Xelat Soran a  pêre şehîd ket bi rêz û minet bi bîr tînin. Hevrê Erdal ê bi nirxên tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê kiriye çavkaniyeke hêja ya têkoşîna me ye, di 13. salvegerê de bûye nav û jiyandina ruhê 1’ê Hezîranê ya tevahî hêza me ya gerîla ya di xeta fedayî ya Apoyî de bi biryar dimeşe. HPG bi vê biryarê wê Erdalan bi heybet bide jiyandin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Heya niha ti rewşa tevlîbûnê ya hêzên gerîlayên HPG’ê li berxwedana ji aliyê gel û ciwanên Kurd li hemberî hovîtiya AKP’ê taxên xwe diparêzin çênebûye. Heya niha’ ji bo di bajaran de şer pêş nekeve’ em tevlî vê berxwedana mafdar a gelê me nebûne. Lê heya ji beriya 2 rojan li Gimgimê ji duh pêve jî li Farqîn û Şemzînanê mudaxaleyek bi tank, panzer, top û kobrayan ku armanc dike  gelê sivîl bi temamî îmha bike çêbûye. Ev rewşekî pir cidî ye.

HPG: EM Ê NEÇAR BIMÎNIN KU DESTWERDIN

Em li pêşiya raya giştî hemû hêzên peywendîdar vekirî hişyar dikin. Eger artêşa Tirk bi tank û topan bikeve taxên ku ciwan bi mahsûm xendekan dikolîn û bi rêbazên amator hewl didin xwe biparêzin bikin, em jî wekî HPG bi armanca parastina gel û ciwanên xwe bi awayê ku em bikevin bajaran em ê neçar bimînin mudaxale bikin.  Pir diyare ku ti kes nikare encamên ku di rewşek bi vî awayî de derkeve telafî bike. Ji ber vê yekê dive artêşa Tirk dest ji mudaxaleya berxwedana sivîl-civakî ya gelê me berde. Naxwe ji encamên ku derkevin ne em, Erdogan û şêwirmendiya wî yên rê li ber vê yekê vekirî berpirsyar bin.

DIVÊ SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN BIKEVIN TEVGERÊ

Tişta ku li hevala me Ekîn Wan (Kevser Elturk) a di çalakiyekî rê girtinê de şehîd ket tam hovîtiyeke; ev yek bi qasî ku mafên mirovan û zagonên şer binpê dike, ew qasî jî nirxên civakî yên gelê Kurd jî binpê dike. Bi ti awayî ne gengaz e ku gelê me vê rewşa ku rûmet û şerefa wî binpê bike hezm bike û qebûl bike.

Em bang li hemû saziyên mafên mirovan, hemû derdor û rêxistinên peywendîdar ên navneteweyî yên ku nirxên civakî diparêzin dikin li hemberî vê pêkanîna derveyî mirovî ya dewleta Tirk derkevin, ji bo ku dewleta Tirk hiqûqa şer a navneteweyî pêk bîne berpirsyarên xwe bi cih bînin.

DIVÊ GELÊ KURD LI BER XWE BIDE Û XWEDÎ LI RÛMETA XWE DERKEVE

Ji bo ku hovîtî û wêrankariya dewleta Tirk a di bin pêşengiya AKP’ê de li Kurdistanê daye destpêkirin hê zêdetir pêş nekeve, ji bo êrîşên tineker ên artêşa Tirk li hemberî ciwan û gelê Kurd ên bi rêbazên amator-sivîl li ber xwe didin bisekinin, divê tevahî gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê li hemberî tiştên ku AKP’ê yên li Gimgim, Farqîn û Şemzînanê kir bêdeng nemînin, divê gelê me li hemberî vê zilma ku AKP ji gelê me re rewa dibîne re hêza xwe bike yek, divê îrade û helwesta xwe deyne holê, divê çi tişta ku ji dest bê ji bo xwedîderketina bajarên ku xwerêveberiya xwe ragihandine bike. Divê ciwanên Kurdistanî li hemberî vê zilm û hovîtiya dewleta Tirk bi qehremanî li ber xwe bide, divê xwedî li rûmeta xwe derkeve, divê bizane kolanên xwe biparêze yan jî tevlî nava refên gerîla bibe û bersiva pêwîst ji vê hovîtiya AKP’ê re bide.”