Ji Heyeta HDP’ê banga ji bo Farqînê
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak got: "Ji bo rewşek xerabtir pêk neyê divê rêxistinên civakî yên sivîl û hemû alî bikevin nava tevgerê."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak got: "Ji bo rewşek xerabtir pêk neyê divê rêxistinên civakî yên sivîl û hemû alî bikevin nava tevgerê."
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a bi Waliyê Amedê re hevdîtin pêk anî li ser navê heyetê daxuyanî da û diyar kir ku li Farqînê şer heye û wiha got: "Ji bo rewşek xerabtir pêk neyê divê rêxistinên civakî yên sivîl û hemû alî bikevin nava tevgerê."
Li Farqînê ku hêza AKP'ê ya polîs û leşker hewldanên xwe yên qetlîamê berdewam dikin, heyeta ji Parlementerê HDP'ê Ziya Pîr, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Hevşaredara Farqînê Aysel Bodakçi, Hevseroka Navenda HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û nûnerên saziyên sivîl bi Waliyê Amedê Huseyîn Akso re hevdîtin pêk anîn. Heyeta ku ji bo operasyon rawestin bi Walî Oksoy re hevdîtin pêk anî piştî hevdîtinê li ber walîtiyê daxuyaniyê da.
Li ser navê heyetê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak axivî û got ku ew helwesta Walî ya erênî dixwazin berdewam bike û wiha got: "Li Farqînê qetlîam heye. Zarok û jinên ku li taxan in gotin teqîn pêk tê. Operasyona ku li vê derê pêk tê leşker bi rê ve dibe. Li taxên ku zarok û extiyar hene teqîn pêk tên. Li van taxan çekên giran tên bikaranîn. Ji bo rewşek kambax pêk neyê ez bang li rêxistinên civakî yên sivîl û hemû aliyan dikim ku ji bo rewşek kambaxtir pêk neyê bikevin nava tevgerê."
Piştî daxuyaniyê heyet ber bi Farqînê ve bi rê ket.