Li Şirnexê, piştî ku xwerêveberî ji raya giştî re hat ragihandin, li hemberî hêzên ewlekariya dewletê yên dixwestin biavêjin ser malên li taxên bajar û navçeyan, biryar hat girtin ku destûra ketin nava taxê ji polîsan re neyê dayîn. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sayriyildiz destnîşan kir ku modela xwerêveberiyê mafekî rewa ye û li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Sariyildiz da xuyakirin ku êrîş û komkujiyên dijwar ên li Şirnexê li dijî gel hatin kirin, bêguman di çarçoveya konseptekê de hatin meşandin û got, "Nabe ku weke êrîşên tekane bên dîtin. Bi taybetî piştî hilbijartinê Serokwezîrê vî welatî rabû got, 'ji bo me pêvajoyekê destpê kiriye, em bi biryar in ku vê pêvajoyê heta dawiyê bimeşînin'. Piştî demeke kurt aşkera bû ku ev pêvajo çi ye û wê nava wê çawa bê dagirtin. Di 31'ê Tîrmehê de di civîna ku bi giranî walî lê amade bûn de, biryar hatin stendin. Bi van biryaran re starta êrîşan hat dayîn. Di serî de Şirnex li dijî gelê xwedî refleksên xurt ên demokrasiyê, ku li ser bingeha polîtîkayên demokratîk li hemberî dewletê li ber xwe dide, êrîşeke bêsînor hat kirin."
Sariyildiz bal kişand ser qutbûna cidî ya polîs-leşker û gelê Botanê û destnîşan kir ku ji bo pêşî li êrîşekê were girtin, li Botanê gel bi hêz û zanebûna xwe tedbîrên xwe stend.
Sariyildiz got, "Li taxan xendek hatibûn kolandin. Ji bo girtina xendekên berê hatibûn vekirin, gelek hewldanên me çêbûn, ji bo jiyan asayî bibe û muzakereyên bi rêyên demokratîk bên meşandin. Di encama hewldanên me de jiyan asayî bû, lê piştî êrîşên dawî yên bêperwa, bi rastî me pêwîstî bi hewldaneke bi vî rengî nedît. Ji ber ku dewletê qanûn, hiqûq û her şêwe hesasiyet danîbû aliyekî û ji polîsên li wir re gotibû; hûnê xwe berdin nava bajêr, kî derkeve pêşiya we hûnê bikujin. Bi vê tepisandinê re ev tevger û partiya siyasî wê derbeke mezin bixwin. Bi vî rengÎ em ê ji nû ve karibin desthilatdariya xwe ya ji dest berda, qezenç bikin. Nêzîkatiya bingehîn ev bû."
'GIRÎNG E XWERÊVEBERÎ RAST BÊ FÊMKIRIN'
Sariyildiz da xuyakirin ku li hemberî van êrîşên dewletê di serî de li Şirnexê, li Colemêrg û gelek bajar û navçeyên Kurdistanê xwerêveberiyên gel hatin ragihandin û got, "Heman piştî ragihandina xwerêveberiyê, dîsa mîna her carê dest bi berevajîkirina rastiyan kirin. Hewl dan naverokê bi awayekî cuda nîşan bidin. Beriya her kesî Serokkomarê vî welatî ev yek manîpule kir. Divê ev baş were fêmkirin. Bêguman pêwendiya vê bi vê hovîtî û bûyerên diqewimin re hebû."
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildz da xuyakirin sîstema xwerêveberiyê sîstemeke piralî ye û der barê vê modelê de ev agahî da.:
'GELÊ ME RÛYÊ RAST Ê AKP'Ê LI KURDISTANÊ AŞKERA KIR'
"Aliyên xwe yên civakî û çandî hene. Em behsa gelekî bi sedan salan ziman û çanda wê hatiye înkarkirin dikin. Eger ev dewlet dibistanên me nas neke, eger perwerdeya bi zimanê me yê dayikê nas neke, wê demê em ê vê bi cih bînin. Girîng e bi vî rengî were fêmkirin. Yanî, em ê pêwîstiyên xwe yên çandî, yên aborî, bi rêya kooperatîfan tedarik bikin. Ji ber ku niha li Kurdistanê di asteke cidî de xizanî heye. Di nava herêmên li gorî hatineyê hatine dabeşkirin de, herêma me di rêza herî dawî de cih digire. Em behsa dayîna hewldanên civakî û aborî dikin. Lê dewlet hewl dide çi bike? Bi taybetî şîdeta li taxê derdixîne pêş û bi gotina 'binêrin vala xweserî îlan kirin, me nas nakin, ji hemû mirinan ev berpirsyar in' vî mafê rewa manîpule dike. Lê gelê me wê neyê vê lîstikê û sekna xwe ya rêxistinî ya di vê mijarê de dewam bike. Gelê me êdî zane bûye, ji zarokekî 7 salî heta extiyarê 70 salî, dizane ku dewlet dixwaze çi bike. Ji ber vê yekê cara yekemîn partiyên sîstemê li Kurdistanê bend derbas nekirin. Li Colemêrg û Şirnexê hikûmeta AKP'ê di bin bendê de ma. Cûntaya faşîst benda ji sedî 10'an anî, lê hikûmeta AKP'ê ew parast û gihand van rojan. Ew bi xwe li binê wê benda diparast, ma. Li gelek bajarên Kurdistanê sînorê bendê derbas nekir. Sedema vê çi ye? Êdî rûyê rast ê AKP'ê li Kurdistanê aşkera bûye."
'POLÎS BI ÇEKÊN QAÇAX MIROVAN DIKUJIN, KOMKUJIYAN DIKIN'
Sariyildiz bal kişand ser bûyerên di dema dawî de li Şirnex û navçeyên wê diqewimin û got, "Mînakekê dixwazim bidim; mirovên me li nava kolanan tên kuştin. Polîs ji wesayîta TOMA peya dibe, çekê ji ber xwe dikişîne û guleyê berdide ciwanê li wir. Ev bûyer li pêş kamerayên mobese diqewime. Yan jî birîndaran radikin nexweşxaneyê, li pêş deriyê nexweşxaneyê mirov tên înfazkirin. Eger dadgeriyê wezîfeya xwe bikira, lêpirsîn vekiria, ev şexsên komkujî kirine ji dîmenan tespît bikira, dikarîbû pêşî li van hemûyan bigire."
Sariyildiz da zanîn ku di salên 90'î de mirov dihatin windakirin, bi taksiyên Toros dihatin revandin û kesî ji wan agahî nedigirtin. Sariyildiz got, "Lê belê niha AKP pêwîstiyê bi vê nabîne. Hemû saziyên dewletê dîl girtiye, ti ji wezîfeyên qanûnî bi cih nîne. Mirov li nava kolanan tên înfazkirin, lê saziya pêwendîdar a dewletê di vir de wezîfeya xwe nikare bike.
Herî dawî li nava kolanê ciwanek hat qetilkirin. Ji ber ku em nêzîkî cihê bûyerê bûn, welatiyên li derdorê qalikên fîşeka polîsan a li ciwan ketibû, dan me. Li ser wê MKE tinebû. Li gorî hin agahiyên me wergirtin, li gorî hin gotinên kesên li nava emniyetê, li ser her yek ji wan çekeke qaçax heye. Bi van çekan re komkujiyan dikin. Polîs dikujin, lê dozgerekî karibe lêpirsînê veke nîne, qeymeqam û waliyê fermana lêpirsînê bide, li holê nîne. Vîna van teslîm hatiye girtin."
Sariyildiz destnîşan kir ku gelê di salên 90'î de zarokên xwe winda kir serî netewand, îro jî serî natewîne û got, "Tevger gihaşt asteke rewa, exlaqî û mezin bû. Niha bûye tevgera herî bi qîmet, herî dînamîk a li Rojhilata Navîn. Êdî ji aliyê cîhanê ve jî tê nîşandan. Vaye ciwanên kurd ên li Rojava li ber xwe didin, PYD, hêzên YPG/YPJ'ê ji aliyê cîhanê ve tên teqdîrkirin."
'BI XWERÊVEBERIYÊ RE GELÊ ME WÊ HEBÛN Û RÛMETA XWE BIPARÊZE'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bibîr xist ku bi bendavan re hewl tê dayîn beşeke mezin a geliyên Kurdistanê bi avê werin dagirtin û anî ziman ku hewl tê dayîn hemû gundên li qiraxa çeman hatine avakirin, ji herêmê werin derxistin.
Sariyildiz da xuyakirin ku bi sedan kalekol hatin çêkirin, piraniya van di nava 2-3 salên weke pêvajoya aştiyê dihat pênasekirin de hatin çêkirin û got, "Li ser bifikirin; hûn bi tevgerekê re rûdinên û dibêjin, 'min nekarî bi şîdet, bi kuştinê bi zextê te biqedînim, were em bi hev re biaxivin, li dora mseyê rûnên'. Lê belê dema vê dike, di heman demê de tu kalekolan, qereqolan, bendavên ewlekariyê çêdike, xwezaya li wir xera dike, bi ti awayî bi hesasî nêzî xweza û jiyana li wir nabe. Di ser re tu radibe dibêje pêvajoya çareseriyê. Di deklarasyona modela 'Xwerêveberiyê' de prensîba xwedîderketina li xweza, li jîngeh û li çanda xwe heye. Di vê nuqteyê de derdikeve holê ku ev yek ji bo gelekî çiqasî pêwîst e. Girîng e xwerêveberî bi vî rengî were fêmkirin. Gelê me wê xwezaya xwe, wê hebûna xwe, wê rûmeta xwe biparêze. Bi çalakiyên demokratîk re, bi bedena xwe re, bi çalakiyên bêîteatiya sivîl a radîkal re wê vê bike. Pêwîste xwerêveberî bi vî rengî were fêmkirin."