HPG: 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiyan de li gor yên hatin tespîtkirin 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin 2 panzer jî di nav leşkeran de hatin îmhakirin.

Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê di serî de li Wan, Amed, Şirnex û Îdirê li Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiyan de li gor yên hatin tespîtkirin 19 leşker û 13 tîmên taybet hatin kuştin 2 panzer jî di nav leşkeran de hatin îmhakirin. Di pevçûn û bomberdûmanan de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û êrîşên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê têkildarî çalakiyên li Bakurê Kurdistanê ev agahî da:

“14’ê Tebaxê li Geliyê Doskê û Oremar gerîlayên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar û Pêngava 15’ê Tebaxê de çalakiyeke berfireh pêk anîne. Gerîlayên me piştî vê çalakiyê li qada çalakiyê lêgerîn kirine. Di van lêgerînan de; Çekek Melez û 5 şarjorên wê, dûrbîneke termal, 100 guleyên BKC, namluyeke BKC û zincîra wê, şarjorên aîdî 2 çekên sûîqestê û hin kelûpelên leşkerî hatine desteserkirin. Her wiha rêya di navbera Geliyê Doskê û Oremar û rêya di navbera Gevreye Civiyan û Bezelê di kontrola gerîlayên me de ne.

Dîsa 17’ê Tebaxê saet  18.00'an gerîlayên me li hember qereqola Tepê Çete yê li ser xeta herêma Zagrosê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine.

LI HEMBER QEREQOLÊN GRANA Û RÛBAROK BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ

18’ê Tebaxê saet 04.30 di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşîd Serdar de gerîlayên me li hember qereqolên Grana û Rûbarok ên li ser xeta sînorê Avaşîn bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolên Grana û Rûbarok qadên li derdora xwe bi obus û hawanan bombe kirine.

Dîsa  18’ê Tebaxê saet 00.00 gerîlayên me li hember qereqola Bezok a li ser xeta sînorê Avaşîn bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê qereqola Bezok qada Adilbeg bi obus û hawanan bombe kiriye.

JI YJA STARE ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ

17’ê Tebaxê saet 13.30 gerîlayên me yên YJA STAR li hember qereqola Tepê Ortê ya li ser xeta sînor a herêma Zapê çalakiyek sûîqestê pêk anîne. Di vê çalakiyê de bi awayekî zelal leşkerek hatiye kuştin. Çalakî ji bo bîranîna hevala Şehîd Ekîn Van pêk hatiye. Piştî çalakiyê qereqolên Tepê Ortê, Sere Sevê û Erîş; qadên Tepê Kewa, Merva, Çarçira, Yekserê, Çiyayê Reş û Girê Cehennem bi obus, hawan û tankan bombe kirine.

17’ê Tebaxê li hember stasyona baz a Vodafon a li Gundikê Celal ê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di çalakiyê de stasyona bazê bi temamî hatiye îmhakirin.

LI ŞIRNEXÊ 4 TÎMÊN TAYBET HATIYE HATIN KUŞTIN

16’ê Tebaxê saet 03.45'an dema 8 wesayîtên zirxî yên artêşa TC diketin Taxa Turgut Ozal a girêdayî navenda Şirnexê, gerîlayên me li hember wesayîteke zirxî ya kobra çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di panzera hat teqandin bi awayekî zelal 4 tîmên taybet hatin kuştin û 2 polîs birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC cenaze û enqaza wesayîta zirxî ku rakir, piştî nîv saetê malên li vê herêmê daye ber guleyan.

LI GABARÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

17’ê Tebaxê saet 15.15’an gerîlayên me li hember navenda TRT a li Gabarê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya bi awayê sûîqestê de bi awayekî zelal 5 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran rakir, qada çalakiyê bi helîkopterên Kobra, tank û obusan bombe kiriye.

17’ê Tebaxê saet 15.00'an gerîlayên me dîrekê xeta elektrîkê ya diçe qereqola Asînra teqandine, di encama çalakiyê de elekrîka qereqolê hatiye qutkirin. 18’ê Tebaxê saet 04.00’an artêşa TC bi skorsky û wesayîtên zirxî li hember derdora qereqolê operasyonek pêk aniye û lêgerîn kiriye. Ev heta saet 20.00’an dewam kiriye. Her wiha qereqolên Ercî, Meşane, Mevzîne û Çola Esmer derdora xwe bi hawan û çekên A-4 bombe û gulebaran kirine.

Ji sibeha 16’ê Tebaxê heta êvara 17’ê Tebaxê guzergeha di navbera rêyên Bêşebab û Şirnexê de ji aliyê gerîlayên me yên YJA STAR ve hatine girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê propaganda hatiye kirin. Erzaqê di nav wesayîtan de yên ji qereqolê re dihatin şandin hatine valakirin û li gel hatine belavkirin.

17’ê Tebaxê bi roj li ser rêya di navbera Berwariya Sêrtê û Şax a Wanê 4 xebatkarên TEDAŞ’ê yên zext li gel dikirin li ser giliyê gel ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin. Li ser van xebatkaran çekeke pompeyî û rexta wê, 4 telefon, makîneyeke wêneyan hatine desteserkirin û ew kes hatine berdan.

3 roj in guzergeha di navbera Şax û Berwarî de ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Asayîş hatiye avakirin wesayît hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin.

Komek cerdevan jî di çarçoveya ku çekên xwe deynin hatine hişyarkirin. 17’ê Tebaxê wesayîteke ku ajokarê wê cerdevan bû û erzaq dibir qereqolê hatiye rawestandin û erzaq hatiye desteserkirin. Cerdevanê li pêşberî gel rexnedayîna xwe daye hatiye berdan.

DI ÇALAKIYA LI HÊNÊ DE 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 17’ê Tebaxê di saet 09:55’an de gerîlayên me li hemberî qereqola Hêza Sor a girêdayî navçeya Hênê ya Amedê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku ji 2 milan ve nîzamiye, konteynir û çeper hatine hedefgirtin, her wiha komeke leşker jî bi çekên ferdî û giran hedef hatine xirtin. Di çalakiya ku 25 deqeyan dom kir de bi awayekî zelal 6 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Roja 18’ê Tebaxê di saet 05:00’an de komeke gerîlayên me yên ku diçûn wezîfeyek li ser rêgeheke rêya di navbera Elezîz û Miyaran de ji aliyê cerdevanan ve kemîn hatiye avêtin û pevçûn derdikeve. Piştî pevçûnê hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin lê agahiya mirî û birîndarên cerdevanan çêbûne heye.

LI XÎZANÊ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD EKÎN WAN ÇALAKÎ

Ji bo bîranîna Şehîd Ekîn Wan roja 17’ê Tebaxê di saet 18:30’an de gerîlayên me li hemberî Qereqola Jendermeyan a Navçeyê ya girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyek li dar xistine. Çalakî bi awayê çalakiya sûîqestê di dema ku komeke leşker bi awayê komî di baxçe de bûn destpê kiriye. Bi kuştina leşkerekê re leşkerên li baxçe bi çekên B-7, BKC û ferdî hatine xistin, çeperên ku hatine hedefgirtin û xistin hatine îmhakirin. Hejmara mirî û birîndarên vê çalakiyê nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê qereqolê bi çekên A-4 û tankan derdora xwe bombebaran kiriye, ji heman saetê heya sibehê bi awayekî zêde keşif hatiye kirin. Ji saet 06:00’an û pê ve jî helîkopterên Kobra derdor û herêma çalakiyê xistine.

Ji roja 16’ê Tebaxê û pê ve rêyên Bedlîs – Xîzan û Tetwan – Xîzanê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

Roja 14’ê Tebaxê di saet 01:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî Midûriyeta Polîsan a Hesenqele ya girêdayî Erziromê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya ku bi çekên B-7’ê hat kirin de avahiya Midûriyetê awayek bi bandor hatiye xistin. Hejmara mirî û birîndarên di hundirê Midûriyeta Polîsan de nehatiye zelalkirin.”

LI GIMGIMÊ 5 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN, 2 PANZERÊN KU DI HUNDIRÊ WAN DE 14 LEŞKER JÎ HATINE RÛXANDIN

HPG’ê diyar kir ku sewqiyeta leşkeriya artêşa Tirk roja 16’ê Tebaxê li navçeya Gimgim a Mûşê her ku çûye zêde bûye. HPG’ê wiha dewam kir, “Bi zêdebûna operasyonên li qûntarên derdor re ji aliyê gerîlayên me ve li hemberî komeke tîmên taybet çalakiyek hatiye li dar xistin û di van xistinan de bi awayekî zelal 5 tîmên taybet hatine kuştin. 2 panzerên ku xwestine berê xwe bidin herêma gerîlayên me lê bi çekên giran hatine xistin û hatine îmhakirin. Di hundirê van her 2 panzeran de 14 leşker hebûn. Dîsa gerîlayan li panzerek din a hatiye mudaxaleyê jî xistine, di encam de panzerê derb xwariye û qulibiye.  Agahiyek der barê mirî û birîndarên di hundirê vê panzera qulibî de nehatiye bidestxistin.

2 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA

Di daxuyaniya HPG’ê ya der barê her du gerîlayên jiyana xwe ji dest dane de wiha hat gotin, “Hevalên me Demhat Mardîn û Xebatkar Amed ên ku di dema çalakiyên hatine kirin de berxwedanek qehremanî nîşan dane û di çalakiyan de rolek mezîn lîstine şehîd ketine.”

LI ERDÎŞÊ STASYONA BAZÊ HAT ÎMHAKIRIN

HPG’ê got ku, roja 17’ê Tebaxê di saet 01:00’an de gerîlayan çalakiyek li hemberî stasyona bazê ya Turkcelê ya di navbera Geliyê Zîlan û gundê Yekmalê yên girêdayî navçeya Erdîş a Wanê li dar xistine û stasyon bi temamî hatiye îmhakirin.

HPG’ê daxuyaniya xwe wiha dewam kir:

Roja 17’ê Tebaxê saet 11:00’an ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hemwext li hemberî Fermandariya Jendermeyan a li navçeya Bêgirî ya Wanê hatiye lidarxistin. Avahiya Jendermeyan a Kol 1. û kulûbeya nobetê bi çekên ferdî û bombeyan bi awayek bi bandor hedef hatine xirtin. Li vê Midûriyetê 30, leşker hene. 2 leşker bi lêdanên di mesafeyek nêz de hatin kuştin. Di çalakiya ku 2 leşkerên din jî birîndar bûn hejmara mirî û birîndaran hîn zêdetir e. Ev çalakî ji aliyê Tîma Şehîd Destan ve ji bo bîranîna heval Destan hatiye kirin.

LI QAXIZMANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 16’ê Tebaxê li nêzîkî gundê Karakale yê di navbera navçeyên Dugor û Qaxizman ên Qersê de dema saet 04:00’an di navbera komeke gerîlayên me yên diçûn wezîfeyê û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn derdikeve. Di vê pevçûnê de berbazek birîndar dibe û 3 leşker jî hatine kuştin.

3 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA

Di pevçûnê de 3 gerîlayan bi qehremanî li ber xwe da û şehîd ketin. Agahiyên berfireh ên der barê hevalên me yên şehîd de wê piştre bêne aşkerakirin.

Roja 17’ê Tebaxê saet 08:00’an rêya di navbera Golan a girêdayî Erdexanê û Çankaya ji aliyê gerîlayên me ve hatiye girtin. Li vir nêzî 40 wesayît hatine sekinandin û der barê pêvajoyê de propaganda hatiye kirin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Ev rê heya saet 14:30’an di konrola gerîlayên me de maye. Saet 15:30 tîmên taybet bi du wesayîtan ji bo mudaxaleyê hatine cihê bûyerê. Ji du wesayîtên ku ji aliyê gerîlayên me ve hatine hedefgirtin yek reviya û di hundirê wesayîta din de jî 4 polîsên tîmên taybet hatine kuştin. Di van saetên ku çalakî hat kirin panzer jî hatine herêmê. Saet 19:30 bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine. Di dema vê çalakiyê de otobuseke ESEDAŞ’ê hatiye şewitandin.

Roja 14’ê Tîrmehê di saet 21:00’an de gerîlayên me çalakiya sûîqestê li hemberî karakola Korxan a girêdayî Îdirê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Piştî çalakiyê derdora qereqolê bi awayekî rasterast hatiye gulebarankirin. Bi şev bi alîkariya 2 Kobra û 1 Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine.

Roja 16’ê Tebaxê saet 21:00 gerîlayên me rêya di navbera Agirî û Qaxizmanê de girtine, kontrola nasnameyan kirine û gel der barê pêvajoyê de gel agahdar kirine.”

TEVGERA HEWAYÎ Û BOMBERDÛMAN DEWAM DIKIN

HPG’ê diyar kir ku tevgera hewayî û bomberdûmanên artêşa Tirk didomin û wiha dewam kir, “Roja 17’ê Tebaxê saet di navbera 07:30 – 08:30’an de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser herêma Garê ya girêdayî Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, saet di navbera 19:00 – 22:00’an de geriyane.”

Roja 18’ê Tebaxê di saet 06:00’an de qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşîn; herêma Mergê, roja 17’ê Tebaxê saet di navbera 08:30 – 09:30’an de qereqola Oremarê; herêmên Şehîd Gafûr û Satê, roja 17’ê Tebaxê saet di navbera 20:00 û roja 18’ê Tebaxê saet 04:00’an de qereqolên Arûş û Serbesta yên li ser xeta sînor a herêma Metîna; herêmên Tepê Azad û Tepê Kuroşîno bi obus, tank û hewanan bombebaran kirine.

Roja 13’ê Tebaxê artêşa dagirker a Tirk bi obus û hewanan bomberdûmanek li hemberî herêma Derava Talê ya girêdayî Colemêrgê pêk anîne. Di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Devrîm Bîşeng (Engîn Gok) şehîd bûye.”

Agahiyên nasnameyên gerîlayên di pevçûn û bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

 

Nasnav: Devrîm Bîşeng

Nav û Paşnav: Engîn Gok

Cihê Jidayikbûnê:  Colemêrg

Navê Dayik û Bav: Meryem - Yûsûf

Cih û Dîroka Şehadetê: 13’ê Tebaxê 2015 / Colemêrg

 

Nasnav: Xebatkar Amed

Nav û Paşnav: Ahmet Aydin

Cihê Jidayikbûnê:  Amed

Navê Dayik û Bav: Laîka - Tahsîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Mûş

 

Nasnav: Demhat Kerboran

Nav û Paşnav: Hasan Dogan

Cihê Jidayikbûnê:  Zongûldak

Navê Dayik û Bav: Azîze - Mahmût

Cih û Dîroka Şehadetê: 16’ê Tebaxê 2015 / Mûş

...