KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer gund bomberdûman kirin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev du caran herêma Qendîlê bomberdûman kirin. Di bomberdûman de derdora gundê Zergelê, gundên Hobyan, Komta û qada Kalatuka hedef hatin girtin. -
Kiziltaş û Toprak li kêleka hev hatin veşartin
Cenazeyên Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ên li Gimgimê ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve hatin înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. Kiziltaş û Toprak li kêleka hev hatin veşartin -
Wesayîtên xizmetê yên Şaredariyên DBP'yî li hewşa emniyetê tên ragirtin
Li Wanê, wesayîtên xizmetê yên şaredariyê, ku polîsan di operasyonên tinekirin û qirkirinê de desteser kirin, li pêşiya avahiya emniyetê tên ragirtin. -
Balafirên şer ên Tirk Gare bomberdûman kirin
Hat ragihandin, ku balafirên şer ên Tirk, herêma Gare ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirine. -
Li Nisêbînê teqîn: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber teqemeniya di pirê de hatibû bicihkirin 3 kes birîndar bûn. -
Li Êlih û Amedê 7 kes hatin binçavkirin
Li Êlihê ji10 kesên ji bo îfadeyê çûn, 5 kes hatin binçavkirin. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Aydin hat definkirin
Cenazeyê şervanê HPG'ê Ahmet Aydin (Xebatkar Amed), yê li Gimgima Mûşê di şerê parastina rewa de jiyana xwe ji dest da li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat definkirin. -
Balafirên şer Qendîlê bombe dikin - HAT NÛKIRIN
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Qendîl a yek ji Herêmên Parastinê yên Medya bombe dikin. -
Li Zozanên Feraşîn çalakiya mertalên zindî destpê kir
Dewletê piştî Zozanên Feraşînê yên li sêgoşeya Wan, Colemêrg û Şirnexê, wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" îlan kir, mertalên zindî ku ji endam û rêveberên DBP û HDP'ê pêk tên dest bi çalakiyê kirin. -
‘Polîs beriya komkujiya Pirsûsê bi taybet ji holê vekişiya'
Encama Platforma ji bo Pirsûsê Edalet a bi şahidan re hevdîtin pêk anî: Roja komkujiyê polîs bi taybet ji derdora Navenda Çandê ya Amara vekişiya û hin kamerayên li navçeyê girtine. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yîgît anîn Şemzînanê
Cenazeyê Sînan Yîgît (Baz Feraşîn) ê HPG'yî yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. -
Leşkeran li Geverê bêrîvan gulebarankirin
Li herêma Şêx Mengelan a nêzî gundên Tîlorana Jorê û Tîlorana Jêrê leşkerên ku derketibûn operasyonê bêrîvanên li herêmê gulebaran kirin. -
Rapora Gimgimê: 4 kes ji aliyê leşker û polîsan ve hatin înfazkirin
Heyeta ÎHD, MHD û OHD'ê ava kir rapora xwe ya der barê Gimgimê de bi raya giştî re parve kir. -
Ayna: Gel li cihê lê dijî wê biryara xwe bide
Hemû hevşaredarên DBP’yî êrîşên li hember şaredariyan û binçavkirina hevşaredaran li Qada Jiyana Hevpar a Sumerbank a Amedê protesto kirin. -
Li Mêrdînê 6 kes hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya AKP'ê de hejmara binçavkirin û girtinan didome. -
Rapora Agirî-Diyadîn: Daxuyaniyên dewletê manîpulatîf in
Parlamentera HPD'ê û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak rapora têkildarî înfaza du ciwanan a li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji raya giştî re parve kir. -
Hevşaredarên Colemêrgê hatin binçavkirin
Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrullah Çîftçî yên ji bo îfadeyê hatin dozgeriyê, hatin binçavkirin. -
Li gundên Şemzînanê pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL)
Artêşa Tirk a li gundên girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê Rewşa Awarte îlan kiriye, bi obus û hewanan bombebaran dike. -
Çalakiyên ji bo bîranîna Ekîn Wan: 13 leşker hatin kuştin
HPG'ê da xuyakirin ku di çalakiyên ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan de 13 leşkerên Tirk hatin kuştin. HPG'ê her wiha diyar kir ku artêşa Tirk di bomberdûmanan de bombeya napalmê bi kar aniye. -
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê hat girtin
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê K.S. (17) hat binçavkirin. -
HPG: Operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk didome
HPG'ê ragihand ku operasyona artêşa Tirk a li herêma Heftanînê bi veguhastina leşkeran dewam dike. HPG'ê diyar kir ku şer didome û herêma operaysonê ji hewa û bejahî ve tê bombekirin. -
Sariyildiz: Tevî li holê ti bûyer tinebûn jî polîs Acar qetil kir
Derket holê ku ciwanê bi navê Cebbar Acar (20) dema ji kar vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. -
Akpinar hat veşartin, polîsan êrîşî gel kirin
Alî Akpinar ê 19 salî ku duh êvarê li Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, bi merasîmekê hat veşartin. Girseya gel ji bo biçe cihê Akpinar lê hat qetilkirin dest bi meşê kir, lê polîsên Tirk êrîşî gel kirin. -
Nûnerên partiyên siyasî û saziyan diçin Licê
Heyeta ji KCD, DBP, HDP û KJA pêk tê, ber bi navçeyê Licê ya Amedê ve ket rê. -
Balûken: Qesrê li hember gelê Farqînê şer da destpêkirin
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken encamên lêkolîna li Farqînê kirin bi raya giştî re parve kirin û wiha got: "Qesrê li hemberî gelê Farqînê şer daye destpêkirin û terorekî dîrokî pêk anî."