Hevşaredarên Colemêrgê hatin binçavkirin
Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrullah Çîftçî yên ji bo îfadeyê hatin dozgeriyê, hatin binçavkirin.

Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu û Nûrullah Çîftçî yên beriya 3 rojan polîsan di ser malên wan de girtin û ji ber ku ne li malê bûn nehatibûn binçavkirin ji bo îfadeyê hatin Edliyeya Colemêrgê. Ji bo piştgiriya hevşaredaran gelek rêveber û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber edliyeyê amade bûn. Polîs û tîmên taybet jî li dora avahiya bi dehan wesayîtên zirxî dorpêç kirin. Dozgeriyê hevşaredar ji bo karên emniyetê ew şandin Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê.
Li aliyê din welatiyê bi navê Kadir Sakli (22) jî li navenda sûkê ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Sakli nehat zanîn.