Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê hat girtin
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê K.S. (17) hat binçavkirin.
Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê K.S. (17) hat binçavkirin.
Li navçeya Xîzan a Bedlîsê duh piştî îlana “xwerêveberiyê” polîsên tîmên taybet ên girtin ser malan Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Xîzanê K.S. (17) binçavkirin. K.S. ji midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê K.S. sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh kir. K.S. bi îdîaya, “endamê rêxistinê” hat girtin.
Bi dehan kesên li ber edliyeyê girtina K.S. bi dirûşman protesto kirin.