Sariyildiz: Tevî li holê ti bûyer tinebûn jî polîs Acar qetil kir
Derket holê ku ciwanê bi navê Cebbar Acar (20) dema ji kar vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
Derket holê ku ciwanê bi navê Cebbar Acar (20) dema ji kar vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.
Derket holê ku ciwanê bi navê Cebbar Acar (20) dema ji kar vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Parlamenterê HDP’ê Sariyildiz li ber nexweşxaneyê pirsên rojnamegeran bersivandin. Sariyildiz diyar kir ku tevî li holê ti bûyer tinebûn polîsan Acar qetil kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê xebatkarê petrola di ketina bajar de Cebbar Acar (20) şevê din seat 02.00'an dema ji kar vedigeriya mala xwe li Kolana Adîle Naşît ji aliyê wesayîta zirxî ya polîsan ve hate gulebarankirin. Welatiyên bi dengê çekan şiyar bûn dîtin ku li kolanê ciwanek li erdê ye. Welatiyên taxê bi lezgînî ji bo alîkariya ciwanê birîndar çûn û li gorî îfadeyên welatiyan Acar ê dixwestin bibin nexweşxaneyê ji ber tirsa wê bê binçavkirin nexwest biçe nexweşxaneyê.
Acar ji cihê bûyerê rakirin û birin maleke nêz û xwestin li vir derman bikin lê serê sibê seat di 10.00'an de ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyer hat bihîstin esnafên navçeyê dikanên xwe girtin û êrîşa polîsan şermezar kir. Welatiyên navçeyê li ber mala Acar lê jiyana xwe ji dest da kom bûn. Xizmên Acar ên hatin ber malê krîz derbas kirin. Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, rêveberên HDP'ê û hevşaredarên navçeyê jî hatin ber malê û der barê bûyerê de agahî girtin.
Piştî demekê cenazeyê Acar bi darbestê ji aliyê welatiyên taxê ve heya ber wesayîta cenaze birin. Cenazeyê Acar piştre birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Sariyildiz li ber nexweşxaneyê pirsên rojnamegeran bersivandin. Sariyildiz diyar kir ku tevî li holê ti bûyer tinebûn jî polîsan Acar qetil kir. Sariyildiz anî ziman ku bi ferman hikûmeta AKP'ê ya demkî her roj li malên gel cenaze radibin û li Kurdistanê konsepta îmhayê ya topyekûn dane destpêkirin û wiha got: "Duh li Farqîn, Gimgim û Şemzînan mal hatin gulebarankirin û hatin bombebarankirin. Hişmendiya duh bombebaran dikir îro li Hezexê ciwanek din qetil kir. Divê êdî CHP, aktorên din ên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî berpirsiyariyê bigirin û ji van miran re bêjin bes e. Gelê me divê li hemberî biryara şer a AKP'ê însiyatîfê bigire."
Cenazeyê Acar ji bo karên otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Amedê.