‘Polîs beriya komkujiya Pirsûsê bi taybet ji holê vekişiya'

Encama Platforma ji bo Pirsûsê Edalet a bi şahidan re hevdîtin pêk anî: Roja komkujiyê polîs bi taybet ji derdora Navenda Çandê ya Amara vekişiya û hin kamerayên li navçeyê girtine.

Encama Platforma ji bo Pirsûsê Edalet a bi şahidan re hevdîtin pêk anî: Roja komkujiyê polîs bi taybet ji derdora Navenda Çandê ya Amara vekişiya û hin kamerayên li navçeyê girtine.

Platforma ji bo Pirsûsê Edalet, çû Pirsûsa ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin, bi şahidan re hevdîtin pêk anî û lêkolîn kir.

Parêzer Ozlem Gumuştaş a têkildarî xebatên platformê agahî da, got ku bi rêveber û xebatkarên Navenda Çandê ya Amara, hevserokên navçeyê yên HDP û DBP’ê re beriya komkujiyê, dema komkujiyê û piştî komkujiyê hevdîtin kirine.

Gumuştaş diyar kir ku bi Baroya Rihayê re jî hevdîtin kirine, wê sibe jî bi Serdozgerê Komarê yê Riha dozger Îhsan Gungor ê lêpirsînê bi rê ve dibe re hevdîtinê pêk bînin û têkildarî dosyayê agahî bigirin. Gumuştaş, anî ziman ku wê daxwaza xwe ya ji bo berfirehkirina lêpirsînê ji dozger re ragihînin.

Parêzer Gumuştaş bi bîr xist ku kameraya MOBESE ya di baxçeyê Navenda Çanda Amarayê de dixebitî û got, “Em ê ji dozger pirs bikin ka hemû dîmenên kamerayan hatine komkirin an na, her wiha em ê rojnamevanên ku şahidî ji bûyerê re kirine re jî hevdîtinê pêk bînin.”

Wê xebatên xwe yên platform sibê bi daxuyaniya bi Baroya Rihayê re bikin wê bi dawî bibe.

‘ŞAHIDAN ÇI GOT?’

Li gorî agahiyên parêzer Ozlem Gumuştaş dane şahidan wiha gotine:

“Ev herêm herêmeke pir hesas e. Di daxuyaniyeke biçûk a çapemeniyê de jî Midûriyeta Polîsan ewlehiya zêde digirin. Di rojên ku çalakî nebin de jî li cadeya pêşiya Navenda Çand a Amarayê û avahiya Qeymeqamtiya nêzîkî me jî ekîbên polîsan tim hene.

Bi dehan caran bi Qeymeqam re hevdîtin hat kirin, bernameya SGDF’ê hat ragihandin. Ji hemû kitekitan re serwerin. Pêşî gotin em ji ketinê re destûr nadin, gotin, “Agahiyên cuda tên.” Roja dawiyê jî gotin wê destûra derbasbûna 20 kesan bê dayîn û gotin vê yekê ji SGDF’yiyan re ragihînin. Me jî ji wan e got wê ciwan bên, li Navenda Çanda Amara bi cih bibin, piştî ku bêhna xwe vekirin, wê biçin gundên ser sînor.

Hema piştî teqînê polîs tên. Pêşî 2 wesayîtên sivîl û piştre jî TOMA û panzer hatin. Du ketinên cadeyên girtin. Ji rakirina birîndaran re bûn asteng, jixwe piştre jî bi bombeyên gazê êrîş kirin. ji ber kombûna polîsan nikarîbûn sedyeyên ku birîndaran rakin jî bixin hundir.

Lêkolîna cihê bûyerê û otopsiyê di saetên şevê de çêbû. Li cihê bûyerê 24 kesan jiyana xwe ji dest da. Lewra gumana ji ber windakirina xwînê jî pir zêde ye.

Di roja bûyerê de jî gelek çûyîn û hatin çêbû.

Kameraya otogarê eriya komkujiyê 3 rojan nexebitî. Di rewşa asayî de polîs pir balê dide ser xebitîna kamerayên otogar û kargehan.

Di dema ku lêkolîna cihê bûyerê dewam dikir de, kesekî bi motorsîklet ê bi guman li ser Cadeya Alîgor a navenda çandê li ser ji aliyê gel ve hat sekinandin û lêgerîna wî hat kirin. Ala DAIŞ’ê ji çenteyê wî derket. Ew kes radestî polîsan hat kirin. Polîsan ev kes ji girseya gel dûr xist û xist hundirê Navenda Çand a Amarayê. Piştre jî kesêkê ew nedît. Lê em difikirin ku hat traşkirin û şêweyê wî hat guhertin û revandin.”

Parêzer Ozlem Gumuştaş diyar kir şahid hene ku dibêjin, roja komkujiyê keseke bi motorsîkletîhatiye, keseke ji Navenda Çanda Amarayê nîşan daye û paşê çûye. Her wiha got, “Lewra hin gumanbarên din jî hene.”