Kiziltaş û Toprak li kêleka hev hatin veşartin

Cenazeyên Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ên li Gimgimê ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve hatin înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin. Kiziltaş û Toprak li kêleka hev hatin veşartin

Cenazeyên Rahmî Kiziltaş û Abdullah Toprak ên li Gimgimê piştî pevçûnên 15-16-17'ê Tebaxê yên li navenda navçeyê ji aliyê tîmên tevgera taybet ên Tirk ve hatin înfazkirin, li bajarokê Ziyaretê yê li ser rêya Mûş û Çewlikê ji aliyê bi hezaran kesan ve hatin pêşwazîkirin. Girseya gel ku parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk, Hevşaredarên Kop, Milazgir û Gimgimê, rêveberên HDP, DBP, KCD, MEYA-DER û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk jî amade bûn, li dû wesayîta cenaze ber bi Gimgimê ve ket ser rê. Konvoya ji sedan wesayîtan, di rê de bi çepik û tilîliyan hat silavkirin.

Ji serê navçeyê heta dawiya wê gel daket ser rê û cenaze ber bi gundê Alêngozê ve oxir kir. Hemû wesayîtên li navenda navçeyê tevlî konvoya cenaze bûn. Cenaze li goristana Alêngozê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" hatin pêşwazîkirin û li kêleka hev hatin veşartin. Ji bo Kiziltaş û Toprak dua hatin xwendin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê xalê Abdullah Toprak Mehmet Demîr di merasîmê de peyivî gu to, "Sekna gelê me ya îro li merasîma cenaze her tişt nîşanî dost û dijminan daye. Yekane daxwaz û rica me ji gelê me ew e ku bibe yek, yekîtiya xwe pêk bîne. Her du ciwanên me di jiyana ciavk û malbatê de mîna du dilopên avê paqij bûn. Zerara wan li kesî nebû, her tim ji bo gelê xwe ked didan. Em îro van ciwanên xwe yên pîr û pak vedişêrin. Di vê qonaxa nû ya têkoşîna azadiyê de, pêwîstiya me ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye. Her du ciwanên me şehîdên rûmet û jiyana nû ne. Ne tenê şehîdên me ne, şehîdên tevahiya Kurd û Kudistanê ne. Bila serê Kurdistanê sax be."

Apê Rahmî Kiziltaş Şemsettîn Kiziltaş jî got, "Bila Tayyîp Erdogan dest ji vê eksa xwe berde. Ji ber vê rika wî her roj ciwan bikevin bin axê. Yekane daxwaza me ji gelê me ew e ku yekîtiya xwe pêk bîne. Tayyîp Erdogan ji xwe dibêje; hûn zarok jî bin, ciwan jî bin, jin jî bin, extiyar jî bin ez ê we bikujim, ezê axa xwe jehrî bikim. Ji bo mirin nebin, divê em li dijî zaliman bibin yek. Eger em bibin yek, wê ciwanên me nemirin. Xwedê mafê van ciwanan ji Tayyîp Erdogan, ji desthilatdariya wî, ji parlamenterên wî, ji yên li derdora wî bigire."

Endamê Meclîsa Timî ya KCD'ê Demîr Çelîk jî got, "Eger Erdogan û faşîzma AKP'ê hebe, ev gel jî xwedî gerîla ye, xwedî hevrêyên tekoşînê ye. Em ne bi tenê ne. Têkoşîna destanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, gelek ji tinebûnê anî vê rojê. Girîng e em sekneke bi rûmet û serbilindî nîşan bidin. Îro çar parçeyên Kurdistanê ji bo statu, nasname û çanda xwe li ser piyane."

Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî bi vî rengî axivî: "Dagirker, zalim her tim di rûpelên tarî yên dîrokê de cih girtin. Gelê Kurdistanê, aştî û azadîxwaz wê di rûpelên herî spî û paqij ê dîrokê de cih bigie. Heta pêkanîna xewn û xeyalên Rodî û Newroz em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Piştî axaftinan girtseya gel ji goristanê derket û çû serdana malbatan.