Balûken: Qesrê li hember gelê Farqînê şer da destpêkirin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken encamên lêkolîna li Farqînê kirin bi raya giştî re parve kirin û wiha got: "Qesrê li hemberî gelê Farqînê şer daye destpêkirin û terorekî dîrokî pêk anî."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken encamên lêkolîna li Farqînê kirin bi raya giştî re parve kirin û wiha got: "Qesrê li hemberî gelê Farqînê şer daye destpêkirin û terorekî dîrokî pêk anî." Balûken pirsên "Rayedarên şandin Farqînê kî ne û li kuderê anîn e. Yekîneyên taybet ên di bin qilifê DAIŞ'ê de şer dikin dibe. Tolhildana li Rojava û Kobanê têkçûn didin jiyîn" pirsîn û banga "Li hemberî Qesrê em li dora maseya muzakereyê bên cem hev" kir.

Parlamenterên HDP'ê yên Amedê têkildarî geşedanên li Farqînê pêk hatin li Cemiyeta Rojnamegerên Guneydogu civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna lêkolînên li Farqînê pêk hatin hatî ragihandin de Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, Çaglar Demîrel, Feleknas Uca, Sibel Yiğitalp, Ziya Pir û Nimetullah Erdoğmuş, hevserokên HDP û DBP'ê yên bajar tevlî civînê bûn. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir ku sûcê şer ê giran pêk tê li navçeyên Sur, Lîce û Farqînê yên Amedê sucê provokasyonê pêk anîn.

'XWESTIN KOMKUJEYEKE DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRE PÊK BÎNIN'

Balûken got, "Dewleta Qesrê bi çekên giran û terorê êrîşekî hov pêk anî" û anî ziman ku xwestin komkujiyekî tevahî Amedê pêk bînin. Balûken da zanîn ku wan ev yek bi gel û rêveberan re dîtin. Balûken bilêv kir ku Farqîn bi çar aliyan ve hate dorpêçkirin û di 18'ê tebaxê de fermana operasyonekî bi xwîn dan û wiha got: "Hemû xetên ragihandinê yên naveyê bi awayekî bêhiqûqî qut kirin. Ceyran, ava û înternet hemû birîn û li ser avahiyan sekvan bicih kirin û xwestin komkujiya pêk bînin ji raya giştî veşêrin."

'QESRÊ LI HEMBERÎ GELÊ FARQÎNÊ ŞER DAYE DESTPÊKIRIN'

Balûken destnîşan kir ku li taxên Tekel û Mecsîtê her der xirab kirine û nûnerên rêxistinên sivîl û rojnameger du rojan nekarin bikevin navçeya Farqînê. Balûken derbirî kir ku bi vê yekê tiştên li navçeyê pêk tên ji raya giştî re veşartin û wiha axivî: "Li gel van astengiyan wekîlên me û rêveberên me komkujî qeyd kirin. Xulaseya tiştên li Farqînê hatin jiyîn; 'Qesrê li hemberî gelê Farqînê şer daye destpêkirin û terori pêk aniye' Qesrê terorekî dîrokî li hemberî gelê Farqînê pêk anî.Gelek malên hatine gulebarankirin. Di operasyona du rojan de tu ewlehiya gelê Farqînê nebû."

'DÎMENÊN FARQÎNÊ LI EMNİYET Û WALÎTIYÊ HENE'

Balûken anî ziman ku hesara ku çêbûye bi mîlyaran e û wiha got: "Terora gladiyo êrîşên malên teziyê û gelek qadên cemeweriyê kirin û anîn rewşa ku nikaribe bê bikaranîn. Polîsan çek danîne serê arokekî xebatkarê cemaweriyê û gefan xwarine. Dîmenên vê bûyerê bi Emniyeta Amedê û Walîtiyê re heye. Ger ku ev tiştên em dibêjin derew dihesibînin wê demê bila van dîmenan bi gel û xebatkarên çapemeniyê re bên parvekirin."

'RAYEDARÊN KU JI FARQÎNÊ RE HATINE RÊKIRIN KÎ NE ?'

Balûken diyar kir ku kesên wehşet û terorê li Farqînê pêk anîne ji dervayê Farqînê anîne û wiha dom kir: "Çawa DAIŞ bi tekbîran wehşetê pêk dianî li Farqînê jî AKP bi şêwazê DAIŞ'ê terorê pêk anî. Ez ji dewletê dipirsim, rayedarên ku ji Farqînê re hatin rêkirin kîn in? Ev kes dibe ku yekineyên şer ên DAIŞ'ê bin. Tola têkçûna Rojava û Kobanê hildidin."

'DIXWAZIN ŞER LI HEMÛ KOLANÊN TIRKIYEYÊ BELAV BIKIN'

Balûken da xuyakirin ku her kes dizane AKP û DAIŞ bi hev re tevdigerin û wiha dom kir: "Ger ku konsepta qetlîamê bê berdewamkirin dê encamên wê jî gelek giran bin. Qesir dixwaze Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bibe. Dixwazin vî şerî li hemû kolanên Tirkiyeyê belav bikin. Wekî salên 90'î dixwazin şerê bêdorveger ên kurd û tirkan çêbikin." Balûken da zanîn ku hevşaredar û yên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, ji ber ku li gel, gelê ku rastî qetlîamê tê cih digirin qirkirina siyasî li hemberî wan pêk tê.

'EM Ê PIŞT QETLÎAMÊN SIVÎL BERNEDIN'

Balûken diyar kir ku piştî ku pêvajoya darbe û konsepta şer xistine dewrê wan bi dehan caran ji bo ku pêvajoya çareseriyê berdewam bike û vegerin ser maseyê bangan kirine û wiha bi lêv kir: "Ger em bi gelên xwe yên kedkar û xizan re bijîn divê em wekî mirov bijîn. Em ê pişt qetlîamên sivîl bernedin. Ger em pişt vê yekê berdin em dizanin ku dê xwîn zêdetir biherike. Qetlîamên berê ku çawa heta niha di rûpelên dîrokê de cihên xew girtine û hatine lêpirsînkirin, dê hesabê qetlîamên Lice, Farqîn, Şemzînan, Gimgim, Agirî û Colemêrgê jî bê pirsîn. Li dijî vê qetlîama ku pêk tên em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin hevdû. Ji bo Qesir vala bê derxistin divê li dora maseya muzakereyê kom bibin û vê pêvajoyê êdî dirêj nekin.”