Rapora Gimgimê: 4 kes ji aliyê leşker û polîsan ve hatin înfazkirin
Heyeta ÎHD, MHD û OHD'ê ava kir rapora xwe ya der barê Gimgimê de bi raya giştî re parve kir.
Heyeta ÎHD, MHD û OHD'ê ava kir rapora xwe ya der barê Gimgimê de bi raya giştî re parve kir.
Heyeta ÎHD, MHD û OHD'ê ava kir rapora xwe ya der barê Gimgimê de bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hate destnîşankirin ku îşkenceya li bedena gerîlaya YJA STAR'ê Kevser Elturk hatiye kirin li navçeyê înfîal çêkiriye û 4 kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî bi destê leşker û polîsan hatine înfazkirin.
Heyeta ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mûşê, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ava kir, xebatên xwe yên der barê êrîşên li hemberî gel ên 16 û 17'ê Tebaxê li navçeya Gimgim a Mûşê, wek raporek pêşkeşî raya giştî kir. Hevserokê Şaxa ÎHD'a Mûşê Tarik Gunes, rêveberê Navenda Giştî ya MHD'ê Kadîr Ozçelîk û parezerên girêdayî OHD'ê rapora ku amade kirin li avahiya ÎHD'ê ya Şaxa Mûşê bi çapemeniyê re parve kirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî gerîlaya YJA STAR'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hate qetilkirin û wêneyênn wê yên îşkencekirî di tora civakî de hate belavkirin li navçeyê alozî destpê kiriye û îşkence û teşhîra ser bedena Elturk bûye sedem ku hêrsa gelê Gimgim bilind bibe.
Di raporê de hate diyarkirin ku 2 ji wan sivîl 4 kes jî bi destê leşker û polîsan hatine înfazkirin û prosedura hiqûqî ya der barê mirina 4 kesan de pêk nehatiye.
'ŞÎKÊN CIDÎ HENE KU 4 KES HATINE ÎNFAZKIRIN'
Di raporê de hate diyarkirin ku ev 4 kes bi ti awayî nebirine nexweşxaneyên navçeyê yan jî bajêr û ev tişt hatin gotin: "Di encama lêkolîna heyeta me ya herêma Çemê Susê de, li gelek cihan şopên xwîne hene, di gewde û çiklên daran de parçeyên goştê însanan û gelek parçeyên hestiyan hatin dîtin. Dîsa li ser daran şopên gelek guleyan hene. Cih û şeklê mirina 4 kesan şîkên cidî dide çêkirin ku ev kes hatine înfazkirin."
Di raporê de her wiha hate destnîşankirin piştî ku qedexeya derketina kolanan hate îlankirin pevçûnên giran bûne diyar dike ku walîtî xwestiye tiştên têne jiyin veşêre. Di raporê de hate diyarkirin ku li navçeyê çekên giran hatine bikaranîn û bi dehan mal û kargehan gule hatiye reşandin. Di raporê de her wiha hate diyarkirin ku, li bajêr av û elektrîk qut bûne û têkiliya bajêr bi derve re nemaye.