Li Zozanên Feraşîn çalakiya mertalên zindî destpê kir

Dewletê piştî Zozanên Feraşînê yên li sêgoşeya Wan, Colemêrg û Şirnexê, wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" îlan kir, mertalên zindî ku ji endam û rêveberên DBP û HDP'ê pêk tên dest bi çalakiyê kirin.

Dewletê piştî Zozanên Feraşînê yên li sêgoşeya Wan, Colemêrg û Şirnexê, wekî "Herêma qedexe ya leşkerî" îlan kir, mertalên zindî ku ji endam û rêveberên DBP û HDP'ê pêk tên dest bi çalakiyê kirin.

Endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Wanê, piştî ku rayedarên dewletê li Zozanê Feraşînê yên li herêma Wan Şirnex û Colemêrgê "Herêma qedexe ya leşkerî" îlan kir, bi boneya rê li pêş şer û kuştinan bigirin kon vedan û dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Endam û rêveberên HDP û BDP'ê li tenişta "Goristana Şehîtgeha Şehîd Memed Goyî û Şehîd Rojîn Gewda" konê xwe vedan û dest bi çalakiyê kirin. Wekîla HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer, endam û rêveberên HDP û DBP'ê Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din beşdarî çalakiyê bûn. Çalakiyê bi rêzgirtinê destpê kir. Wekîla HDP'ê Hezer, anî ziman ku li gel polîtîkayên dewletê yên înkar û îmhayê dîsa têkoşîna xwe berdewam kirine û dîsa di aştiyê de israr kirine. Hezer, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013'an de pêvajoya aştiyê da destpêkirin, lê AKP'ê û Erdogan ji bo hirsa îktîdarê ev pêvajo xera kir.

Piştî axaftinê çalakiya mertalên zindî bi stranên dengbêjan bi dawî bû