Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yîgît anîn Şemzînanê

Cenazeyê Sînan Yîgît (Baz Feraşîn) ê HPG'yî yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Cenazeyê Sînan Yîgît (Baz Feraşîn) ê HPG'yî yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

Cenazeyê Sînan Yîgît (Baz Feraşîn) ê HPG'yî yê di pevçûna herêma sîteya sanayî ya navçeya Şemzînan Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Cenazeyê Yîgît ê ji Şemzînanê ye malbatê ji HPG'iyan wergirtin û anîn nexweşxaneyê. Cenaze li ber nexweşxaneyê ji aliyê Hevşaredanên Şemzînan û rêveberê HDP û DBP’ê ve hate pêşwazîkirin.

Hate diyarkirin ku wê cenaze ji bo otopsiyê bibin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.