Ayna: Gel li cihê lê dijî wê biryara xwe bide

Hemû hevşaredarên DBP’yî êrîşên li hember şaredariyan û binçavkirina hevşaredaran li Qada Jiyana Hevpar a Sumerbank a Amedê protesto kirin.

Li Amedê êrîşên li hember şaredariyan û hevşaredaran hatin protestokirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna ya di çalakiyê de axivî got, bi xwerêveberiyê re wê gel li cihê lê dijî biryara xwe bide. Hevserokê GABB û Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan jî bang li AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên şer berde.

Hemû hevşaredarên DBP’yî êrîşên li hember şaredariyan û binçavkirina hevşaredaran li Qada Jiyana Hevpar a Sumerbank a Amedê protesto kirin.

BAKIRHAN: AKP’Ê ŞER Û KAOS HILBIJART

Hevserokê GABB û Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan ê di çalakiyê de axivî got ku ji ber AKP’ê serketina HDP’ê ya di hilbijartina de û têkoşîna hevpar a gelan a li hember çeteyên DAIŞ’ê hezm nekir, ne aştî û muzakere, şer û kaos hilbijart.

Bakirhan diyar kir ku AKP’ê 14’ê Tîrmehê li hember gelê Kurd pêleke nû ya zext û êrîşan daye destpêkirin û got: “Ji bo vê polîtîkaya şer û kaosê veşêre gotina li hember DAIŞ têdikoşe bikaranîn. Lê ji wê rojê ve li hember DAIŞ’ê ti mudaxeleye ne mijara gotinê ye.” Bakirhan, da xuyakirin ku ciwan bi operasyonên bejahî û hewayî tên qetilkirin, daristan tên şewitandin, pêkanînên ji rewşa awarte ne cuda di bin navê “herêmên ewlekariya taybet” qadên jiyanê bê mirov dikin.

ÊRÎŞA LI HEMBER KEVSER ELTURK HAT PROTESTOKIRIN

Bakirhan bal kişand ser êrîşa derveyî mirovatiyê ya li hember gerîlaya YJA Star Kevser Elturk û got: “Weke li Geverê li ser navê ‘nîşandana hêza Tirkan’ bi îşkenceyên aşkera hatiye xwestin ku rûmeta gelê Kurd were binpêkirin.

Divê li hember AKP’ê tevayî gel ji bo parastina mafê xwe jiyanê û azadiyên xwe însiyatîf bigirin.”

'JI BO ÇARESERIYÊ XWERÊVEBERÎ'

Bakirhan mînakên xwerêveberiyan ên li cîhanê da û got, xweseriya demokratîk tenê bi daxwaza xwerêveberiyê dikare pêk were.”

Bakirhan bang li AKP’ê kir ku dest ji polîtîkayên şer berde, kesên hatine binçavkirin û girtin bên berdan.

'EM Ê BIBIN ŞIRÎKÊ RÊVEBERIYÊ'

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna ya di çalakiyê de axivî got, bi xwerêveberiyê re wê gel li cihê lê dijî biryara xwe bide. Ayna diyar kir ku biryara xwerêveberiyê destek dikin û got: “Em cuda ne. Em Kurd in. Hûn nikarin me ji holê rakin. Em li vê erdnîgariyê dijîn û em ê bibin şirîkê rêveberiyê.”