Wesayîtên xizmetê yên Şaredariyên DBP'yî li hewşa emniyetê tên ragirtin
Li Wanê, wesayîtên xizmetê yên şaredariyê, ku polîsan di operasyonên tinekirin û qirkirinê de desteser kirin, li pêşiya avahiya emniyetê tên ragirtin.
Li Wanê, wesayîtên xizmetê yên şaredariyê, ku polîsan di operasyonên tinekirin û qirkirinê de desteser kirin, li pêşiya avahiya emniyetê tên ragirtin.
Li Wanê, wesayîtên xizmetê yên şaredariyê, ku polîsan di operasyonên tinekirin û qirkirinê de desteser kirin, li pêşiya avahiya emniyetê tên ragirtin. Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn diyar kir ku armanc krîmînalîzekirina Şaredariyên DBP'yî û astengkirina xizmetan e. Çetîn destnîşan kir, ku bi bêr û bivir jî be, ew ê xizmetên xwe bênavber bidomînin.
Di operasyonên qirkirina siyasî yên di demên dawî de li hemberî Şaredariyên DBP'yî tên meşandin, hilbijartî û personelên şaredariyan tên girtin, wesayîtên xizmetê jî ji aliyê polîsan ve tên desteserkirin. Wesayîtên xizmetê yên hatine desteserkirin, hînê li hewşa midûriyeta emniyetê 'di binê çavan de' tên ragirtin.
'ARMANC KRÎMÎNALÎZEKIRINA ŞAREDARIYÊN DBP'YÎ YE'
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn ji ANF'ê re axivî û got, "Em weke şaredarî di her kêliyê de, di her şert û mercî de xizmetê didin gelê xwe. Roja Yekşemê wesayîtên me hatin desteserkirin, personelên me bêyî sedemek şênber were nîşandan, hatin girtin. Ji bo radestkirina wesayîtên me, tevî ku me gelek caran serlêdan kirin jî, helwesteke xemsarî nîşan dan. Me ji amîrên mulkî re ragihandin ku em vê yekê qebûl nakin. Bi qeymeqam re me hevdîtin kirin, lê bersiveke zelal nadin. Bi tenê dibêjin; li benda biryara dadgehê bisekinin. Ev rewşeke trajîkomîk e. Wesayîtên me li ber deriyê emniyetê tên ragirtin. Dibêjin, 'Di dema herî nêz de em ê wesayîtên we bidin we. Niyeta me ne astengkirina xizmetên we ye'. Lê belê di pêkanînê de rewşeke dijberî van gotinan heye."
'PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EM Ê BÊR Û BIVIR BIXEBITIN Û NEHÊLIN XIZMETÊN ME BISEKININ'
Çetîn anî ziman ku ev nêzîkatî kêfî û li dijî hiqûqê ye û got, "Timî bi xemsarî tevdigerin. Em ê 24 saetên heft rojên hefteyê, xizmetên xwe yên ji bo gel dewam bikin. Wesayîtên me girtin 'binêçavan'. Xebatên me yên raxistina kevirê parke û asfaltê, eger pêwîstî pê hebe em ê bi gelê xwe re, bi bêr û bivir bimeşînin. Eger dibêjin ku bi vî rengî wê karibin pêşî li xizmetên saziya me bigirin, xwe dixapînin. Em ê xizmetên xwe bi her awayî dewam bikin. Bi krîmînalîzekirina saziyên me re xwedî planên cuda ne. Li gorî hesabên hilbijartinê gelek polîtîka hat meşandin, em ne xerîbê vê ne. Em serdema xwe ya 4. bi felsefeya rêveberiyên herêmî û rêveberiya di cih de, xizmetê dimeşînin. Di hilbijartinên dawî de me rêjeya dengê xwe ji sedî 70 zêde kir. Ev yek jî baweriya gel a ji me ye."
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn da xuyakirin ku piştî bûyerên qewimîn, pêla mufetîşan xistin nava tevgerê û got, "Bi krîmînalîzekirinê re hewl didin şaredariyê qels bikin, biqedînin. Qîmeta me ya li nava gel, di asta herî bilind de ye. Em xizmeta xwe jî bi zelalî dimeşînin, biryarên xwe bi gel re werdigirin. Ya ku hikûmeta nerewa û demkî dike, hewldanên bêhûde ne. Wê pûç bibin. Em xizmetên xwe, tevî ambargoyan jî bi gel re dimeşînin."
'EM XWEDÎ FERASETEKE ŞAREDARIYA BI BIRYARÊN GEL RE XIZMETÊ DIKIN E'
Çetîn anî ziman ku weke Şaredariya Artemêtanê, ew xebatên xwe li gorî biryarên bi gel re werdigirin dimeşînin û ev xal destnîşan kir: "Em xwedî feraseteke şaredariyê ne, ku biryarên xwe bi gel re werdigirin û li gorî daxwazên gel xizmetê dikin. Gelê me bi awayekî zelal vê dibêje: 'Şaredariyên me ji bo gel xizmetê dikin'. Derfetên me çiqasî kêm bibin, xebatên me yên bi vî gelî re zêdetir dibin. Ev polîtîkaya zextê ya li ser şaredariyên gel, wê bê encam bimîne. Yên ku vê dikin, rewabûna xwe diqedînin."