Nûnerên partiyên siyasî û saziyan diçin Licê

Heyeta ji KCD, DBP, HDP û KJA pêk tê, ber bi navçeyê Licê ya Amedê ve ket rê.

Heyeta ji KCD, DBP, HDP û KJA pêk tê, ji bo li sêgoşeya Licê-Hênê-Karaz a dewleta Tirk bomberdûman kir, pevçûnên heman herêmê û bûyerên rû dane li cihê bişopîne û lêkolînan bike ber bi navçeya Licê ya Amedê ve ket rê.

KESÊN DI HEYETÊ DE CİH DIGIRIN

Navê kesên di heyetê de cih digirin: "Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, parlementerên HDP’ê Ziya Pîr, Çaglar Demîrel, Feleknas Ûca, Sîbel Yîgîtalp, endamên Meclîsa Azadiyê ya Jinan Nîmet Tanrikûlû, Naşîde Şîmşek, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Omer Onen, rêveberê KCD’ê Mûsa Farîsoglû, rêveberên KJA, HDP û DBP’ê."