Akpinar hat veşartin, polîsan êrîşî gel kirin

Alî Akpinar ê 19 salî ku duh êvarê li Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, bi merasîmekê hat veşartin. Girseya gel ji bo biçe cihê Akpinar lê hat qetilkirin dest bi meşê kir, lê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Girseya gel a beşdarî merasîma cenazeyê Alî Akpinar ê 19 salî yê ji aliyê polîsan ve li taxa Yalim a navçeya Mêrdîn Artûklûyê hat qetilkirin bû, rastî êrîşa polîsan hat. Cenazeyê Akpinar ê piştî otopsiyê ji Saziya Tipa Edlî ya Amedê hat anîn, bi merasîmekê li Goristana Taxa Yalimê hat veşartin.

Li dû merasîma cenaze, girseya gel xwest ber bi cihê Akpinar lê hat qetilkirin bimeşe. Lê belê bi destpêkirina meşê re polîsên Tirk bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseya gel kirin.

Ji ber vê êrîşê gel jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Ji ber êrîşa polîsan, kesekî navê wî nehat zanîn, ji ber fîşeka gazê li sînga wî ket, birîndar bû.

Bûyerên li taxê dewam dikin. Mala Serxweşiyê ya li Taxa Yalimê jî ji aliyê polîsên Tirk ve hatiye dorpêçkirin.