Leşkeran li Geverê bêrîvan gulebarankirin
Li herêma Şêx Mengelan a nêzî gundên Tîlorana Jorê û Tîlorana Jêrê leşkerên ku derketibûn operasyonê bêrîvanên li herêmê gulebaran kirin.
Li herêma Şêx Mengelan a nêzî gundên Tîlorana Jorê û Tîlorana Jêrê leşkerên ku derketibûn operasyonê bêrîvanên li herêmê gulebaran kirin.
Li herêma Şêx Mengelan a nêzî gundên Tîlorana Jorê û Tîlorana Jêrê leşkerên ku derketibûn operasyonê bêrîvanên li herêmê gulebaran kirin. 3 welatiyên ku ji bo bêrîvanan rizgar bikin herêmê jî di encama gulebaranê de birîndar bûn, li gel êrîş û gulebaranê welatiyên ji herêmê veneqetiyan operasyon dan rawestandin.
Li herêma Şêx Mengelan a nêzî gundên Tîlorana Jorê û Tîlorana Jêrê yên bi ser Gevera Colemêrgê bi beşdariya gelek leşkeran ve operasyon hate destpêkirin. Bi helîkopterên skorsky û kobrayan ve bi sedan leşker û tîmên taybet daxistin herêmê, li qadê ji bo ku pevçûnek neqewime bêrîvan bûn mertalên zindî. Piştre ji navenda navçeyê jî rêveberên HDP, DBP û ÎHD'ê hatin herêmê û piştgirî dan çalakiya mertalên zindî.
Piştî ku helîkopteran bêrîvan gulebaran kirin welatiyên li gundên herêmê jî hatin cihê operasyonê. Helîkopteran bi sedan gule barandin û welatiyên bi navên Erhan û Murat Bellîer û Yilmaz Guneylî birîndar bûn. Ji ber gulebarana leşkeran bi sedan welatî bi xetereya qetlîamê re rû bi rû man.
Dayikeke di nava bêrîvanan de guleyên di destên xwe de nîşan da û wiha got: "Li van guleyan binêrin. Helîkopteran em gulebaran kirin. Bi seaten gule barandin. Şivan û zarokên me birîndar bûn. Lê çi dikin bila bikin heta ku di canê me de dilopek xwîn hebe em ê li dijî vê yekê têbikoşin. Şerm e, êdî bes e."
'JI DESTMALA SPÎ FÊM NAKIN'
Nazan Uçar a destmala xwe ji leykerên li ser gir re ba kiriye wiha got: "Li vir leşker hene. Em destmala xwe ba dikin lê fêm nakin. Em dibêjin gulebaran nekin em aştiyê dixwazin lê ew gule berdidin. Bila Xwedê qebûl neke." Welatiyê bi navê Samî Taş jî ev tişt anî ziman: "Ev der zozanê me ye. Bi hezaran pezên me hene. Çima ev çiyayên me bombebaran dikin." Rêveberê ÎHD'ê jî nirxandina "Li vir careke din mafên mirovan hate binpêkirin. Êdî dev ji êrîşkirina van sivîlan berdin. Bila AKP dev ji van operasyonan berdin. Bila ji bo Erdogan ê evîndarê qoltixê ye kesek neyê fedakirin."
MERTALÊN ZINDÎ OPERASYON DAN RAWESTANDIN
Li gel hemû êrîşan welatî herikîn qada operasyonê. Dema ku leşkeran gulebaran dikir welatiyan jî bi dirûşmên "Bijî aştî" "Bijî Serok Apo" "Bimire Erdogan" bersiv dan. Ji ber ku leşkeran nekarî berxwedana welatiyan têk bibe mecbûr man bi helîkopteran leşkerên xwe paş ve bikişînin. Piştî ku leşter vekişiyan welatî jî bi tîtîlî û çepikan ve vegeriyan gundên xwe.