KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li ser rêya Colemêrg-Çelê sewqiyata leşkerî
Li Colemêrgê di bin tedbîrên mezin de nêzî 60 maşînên zirxî yên leşkerî çûn herêma operasyonê. -
Gelek deverên Colemêrgê “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatin îlankirin
Walîtiya Colemêrgê li gelek herêmên Çelê û Şemzînanê di navbera 25'ê Tebaxê û 8'ê Îlonê de "Herêmên Ewlehiya Taybet" îlan kir. Walîtiyê bi vê biryarê 53 herêmên Kurdistanê li welatiyan qedexe kir. -
Li Geverê pevçûn didomin
Tîmên Tevgera Taybet di saetên nîvro de welatiyên li taxên Orman, Kişla Berê û Mezarlik nobet digirtin gulebaran kir. Welatiyên li taxa Ormanê jî, li dijî êrîşên timên taybet bersiv dan û şer derket. -
Hevşaredarê Ebexê Demîr jî hat binçavkirin
Operasyonên li dijî Hevşaredarên DBP'ê zêde dibin. Polîsên TEM'ê niha jî Hevşaredarê Ebexê Faruk Demîr binçav kirin. -
Hevseroka Artemêtanê Çetîn hat girtin
Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku li avahiya şaredariyê hate binçavkirin, hat girtin. -
Şervanê YPG’ê Dana Yasîn Huseyin li Helepce spartin axê
Şervanê YPG’ê Dana Yasîn Huseyin (Rekan Helepce) ê li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Helepceyê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Parlamentera HDP’ê ya li Farqînê: Operasyonê tavilê rawestînin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li Farqînê ye got ku êrîşên polîsên tîmên taybet didomin û li sê taxan ewlehiya gel nîne. Aydogan got: “Operasyonê tavilê rawestînin.” -
Heyeta rojnamevanan a li Farqînê tê tehdîdkirin
Rojnamevanên ji bo lêkolînan li Farqînê ne, ji aliyê tîmên taybet ve tên tehdîdkirin. TOMA’yan heta hewşa şaredariyê dan pey rojnamevanên xwestin biçin herêma pevçûnê. -
Şêniyên Wanê: Ev gel wê teslîm nebe!
Binçavkirina Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî hat şermezarkirin. -
Çalakiyên gerîla didomin
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî qadên gerîla dewam dikin. Gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin êrîşan. Di çalakiyên gerîla de 10 leşker û polîsek hatin kuştin. -
'Divê Barzanî careke din wek serok neyê hilbijartin'
Sernivîskarê Pukmedia Karwan Enver, got ku eger li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka serokatiyê neyê çareserkirin wê krîza aborî û siyasî kûr bibe. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê 19 gundî revandin
Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Qulan a başûrê Kobanê 19 welatiyên sivîl şevê din revandine. -
'Dawî li bêhiqûqiyê bîne, girtiyan berde'
Hevserokên Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Anli û Işik, nerazîbûn nîşanî AKP'ê dan ku konsepta şer dimeşîne. Anli û Işik bang li AKP'ê kirin ku dawî li kiryarên xwe yên li dijî hiqûqê bîne. -
Tîmên taybet bi tankan êrîşî Geverê dikin
Li Geverê, tîmên tevgera taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere, Mezarlik û Dîze yên xweparastina gel lê heye, kirin. -
Balafirên şer Heftanîn bombe kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Heftanîn a girêdayî herêmên gerîlayan bombe kirin. -
Li Farqînê derketina derve hat qedexekirin
Polîsên tevgera taybet ên Tirk, li 4 taxên Farqînê yên dor li wan girtibûn dest bi operasyonê kirin. Li navçeyê, heta demeke ne diyar derketina derve hat qedexekirin. -
Li Dirbêsiyê erka dewreya 5. a Yekîneyên Xweparastinê bi dawî bû
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê, dewreya pêncemîn a Yekîneyên Xweparastinê wezîfeya xwe temam kir. Bi vê wesîleyê merasîmek hat lidarxistin. -
Navenda tenduristiyê li Hesekê vebû
Li Hesekê di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de navenda tenduristiyê hat vekirin. -
HDP'ê xwest terora dewletê ya li Şemzînanê bê lêkolînkirin
Parlamterê HDP'ê Akdogan diyar kir ku dewlet li Şemzînanê serî li kiryarên rewşa awarte dide û ji Meclîsê xwest mijarê lêkolîn bike. -
Li Nisêbînê 3 kes hatin binçavkirin
Li Nisêbînê di serdegirtina malan de Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Sebîha Gunduz, rêveberê DBP'ê Erhan Dîncç û Nûnerê MEYA-DER'ê Salîh Cebe hatin binçavkirin. -
4 taxên Farqînê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin
4 taxên Farqînê yên di bin kontrola yekîneyên xweparastinê de ne, ji aliyê polîsên tevgera taybet ên Tirk ve bi maşînên zirxî hatin dorpêçkirin. -
Hevşaredara Artemêtanê hat binçavkirin
Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polîsan Çetîn birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê. -
Cebraîl Gunebakan li Wûppertalê hat bîranîn
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Cebraîl Gunebakan ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. -
Ji konên berxwedanê ber bi çiyê ve
Brûsk Guyî yê di konê berxwedanê yê ji bo Kobanê hatibû vedan de tevlî refên PKK'ê bû got, "PKK, ji bo gelên bindest ên cîhanê, rêya rizgarî û hebûnê ye." Guyî bang li her kesî kir ji bo xwe biparêzin. -
Guneş: Xweparastin refleksa xwezayî ya her mirovî ye
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir ku xweparastina li dijî êrîşan refleksa herî xwezayî ya her mirovî ye.