Tîmên taybet bi tankan êrîşî Geverê dikin

Li Geverê, tîmên tevgera taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere, Mezarlik û Dîze yên xweparastina gel lê heye, kirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, tîmên tevgera taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere, Mezarlik û Dîze yên xweparastina gel lê heye, kirin.

Polîs û leşker bi maşînên zirxî hewl dan têkevin nava taxan. Li hemberî vê êrîşa çekdarî ya hêzên dewletê, yekîneyên xweparastinê bersiv dan.

Li aliyê din, hat ragihandin ku Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê hawanek avêtiye Taxa Ormanê. Ji ber hawan lê ket, xaniyekî zerar dît.

Li navçeyê pevçûnên dijwar diqewimin.