Li Dirbêsiyê erka dewreya 5. a Yekîneyên Xweparastinê bi dawî bû
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê, dewreya pêncemîn a Yekîneyên Xweparastinê wezîfeya xwe temam kir. Bi vê wesîleyê merasîmek hat lidarxistin.
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê, dewreya pêncemîn a Yekîneyên Xweparastinê wezîfeya xwe temam kir. Bi vê wesîleyê merasîmek hat lidarxistin.
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Dirbêsiyê, dewreya pêncemîn a Yekîneyên Xweparastinê wezîfeya xwe temam kir. Bi vê wesîleyê li Akademiya Til Bêder merasîmek leşkerî hat lidarxistin. Di merasîma ji bo yekîneya ji 150 kesan de Alîkarên Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Ronahî Elî û Eblehed Gewriyê, Şêwermenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Heyfa Erebo û gelek rêveberên hêzên erka xweparastinê amade bûn.
Ronahî Elî di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser rola yekîneyê ya di parastina Rojava de û "Rola hêzên erka xweparastinê di berxwedana herêma Cizîrê de sereke bû û îspat kir ku ew dikare parastina herêmên xwe bike."
Yekîneyên Xweparastinê herî dawî di azadkirina Çiyayê Kizwanan û Hesekê de rola xwe lîstibûn.