Cebraîl Gunebakan li Wûppertalê hat bîranîn

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Cebraîl Gunebakan ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.

Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Cebraîl Gunebakan ê di komkujiya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.

Di bîranîna li Navenda Civaka Kurd a Wûppetalê de, ferdên malbata Cebraîl Gunebakan, Hevseroka KOMAW'ê Şengê Kahraman, nûnerên MLKP'ê û gelek Kurdistanî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Wûppertalê Savci Azar axaftina vekirinê kir.

Azar piştî silavkirina beşdaran diyar kir ku ew ê cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê ti carî ji bîr nekin û got, "Vê komkujiya li dijî mirovahiyê ya ji aliyê gladyoya qesrê ya Erdogan bi maskeya DAIŞ'ê kir, em hemû gelekî êşand. Ji bo meşandina têkoşîn û hêviyên ciwanên me yên di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, em ê ti carî rê nedin çeteyan û hêzên wan bi rêve dibin. Em ê têkoşîna xwe bi xurtî bimeşînin. AKP a ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû, ji nişka ve li dijî Kurd û dostên Kurdan li her deverê dest bi operasyonan kir. Ev operasyon, qirkirinên siyasî, komkujî û zext wê ti carî me ji têkoşîna me venegerînin. Berevajî, piştî vê aloziyê, di hilbijartina pêşwext de wê bersiva pêwîst ji aliyê gelê me ve were dayîn."

Piştî axaftinan, xwarin li beşdaran hat belavkirin û merasîma bîranînê bi dawî bû.

...