Şêniyên Wanê: Ev gel wê teslîm nebe!

Binçavkirina Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî hat şermezarkirin.

Binçavkirina Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn, bi daxuyaniyeke çapemeniyê û meşeke girseyî hat şermezarkirin.

Binçavkirina Hevşaredara Artemêtanê ya Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn bi daxuyaniyekî girseyî hat şermezarkirin. Piştî Çetîn hat binçavkirin xebatkarên şaredariyê û welatî li ber Midûriyeta Polîsan a Wanê hatin cem hev û binçavkirina Çetîn şermezarkirin. Piştre bi sedan kes çûn ber Şaredariya Artemêtanê û bi daxuyaniyekî girseyî binçavkirina Çetîn şermezar kirin.

Hevserokên DBP û HDP'ê yên Wanê, parlementerên HDP'ê yên Wanê, Hevşaredarên Bajarê Bezin ên Wanê, KJA, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, endamên meclîsên şaredariyê, hevşaredarên navçeyan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn diyar kir ku piştî hikûmeta AKP'ê ya demî û Serokomar Tayyîp Erdogan di hilbijartina 7'ê Hezîranê de tê çû dest bi şer kir û êrîş li gel dike. Şahîn anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya demkî piştî têkçûnê dest bi êrîş li hevşaredarên DBP'ê kirin û binçav kirin û girtin.

'AKP'Ê LI HEMBERÎ GELÊ KURD ŞER ÎLAN KIRIYE'

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya jî diyar kir ku AKP'ê li herêmê li hemberî gelê kurd şer daye destpêkirin û wiha got: "Eger îro daristan tên şewitandin, bijarte tên girtin, li kolanan înfaz pêk tên, gund tên gulebarankirin ev yek şer e. Yên biryara vî şerî dan bila baş bizanin vî gelî gelek şer dîtiye. Ji rojên bîrên asîtan, şewitandina gundan, darvekirin û komkujiyên komî hatin van rojan. Ji ber vê yekê ti tişt rastiya vî gelî tine nakin. Ev gel teslîm nabe. Gelek serokwezîr, serfermandar têkçûn."

'VÎNA GEL TINE TÊ HESIBANDIN'

Kaya anî ziman ku operasyonên qirkirina siyasî yên di 14'ê Nîsana 2009'an de destpêkirin berdewam dikin û bi vê rêbazê şaredariyan bê bawerî dikin lê gel di ferqa vê yekê de ye. Kaya da zanîn ku îro bi heman rêbazê Hevşaredara me Sevîl Rojbîn Çetîn hat binçavkirin û bi vê yekê vîna gel tine tê hesibandin. Kaya nerazîbûn nîşanî binçavkirina hevşaredar û girtina hevşaredaran da.

'DEMILDEST HEVALÊN ME SERBEST BERDIN'

Kaya bang li hemû kesî kir ku aqil selîm bibin û wiha pê de çû: "Em dixwazin demildest kesên hatin binçavkirin serbest bên berdan. Em ji her tiştî re amade ne. Em dikarin rewabûna vê dewletê jî nîqaş bikin û têkoşîna siyasî jî bimeşînin. Dixwazin berdêlê 7'ê Hezîranê bigirin fermo ev ji we re hilbijartina pêşwext."

Piştî daxuyaniyê welatiyan dirûşmeyên "Zext me bêzar nakin" û "Destên dirêjî Hevşaredar dibin bişkên" berz kirin û meşiyan.