Şervanê YPG’ê Dana Yasîn Huseyin li Helepce spartin axê
Şervanê YPG’ê Dana Yasîn Huseyin (Rekan Helepce) ê li Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da li Helepceyê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Dana Yasîn Huseyin (Rekan Helepce) ku duh bi şev gihişt Helepce bi merasîmeke bi heybet spartin axê.
Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Bavê şervanê YPG’ê kesên ji bo cenazeyê kurê wî bê Helepce alîkarî kirine spas kir.
Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên Başûr jîaxaftin hat kirin. Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan Mihemed Ebdulah jî di merasîmê de axivî û diyar kir ku ev ne yekem şehîdê Helebce ye û got: “Bi hezaran şehîdên Helebce li Rojava û Başûrê Kurdistanê hene. Em ê jî li ser şop û têkoşîna wan bimeşin.”
Qeymeqamê navenda parêzgeha Helebce Hesen Xefûr jî got: “Ti ferqek di navbera şehîdên li Başûr yan jî yên Rojava de nîne. Ew nûnerên me û hemû gel in.”
Nûnerê PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso jî ragihand ku ew li ser navê fermandariya YPG, YPJ û şervanan sersaxiyê ji malbata şehîd Rêkan Helebceyî re dixwazin û wiha got: “Heval Rêkan bi qehremanî li Hesekê şehîd bû. Şehîd Rêkan şehîdê serxwebûn, demokrasî û jiyana bi hev re ya mirovahiyê ye.”