Hevseroka Artemêtanê Çetîn hat girtin

Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku li avahiya şaredariyê hate binçavkirin, hat girtin.

Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn ku li avahiya şaredariyê hate binçavkirin, hat girtin.

Hevşaredara Artemêtana Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn serê sibehê ji aliyê polîsan ve ji avahiya şaredariyê hate binçavkirin. Çetîn bi hinceta wê îfade bide birin Midûriyeta Polîsan. Polîsên TEM'ê piştî lêpirsîna Sevîl Rojbin Çetin girtin, ew sewqî dadgehê kirin. Dozgeriyê jî piştî îfadeya Rojbîn Çetin guhdar kir, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya "Xwestiye welat perçe bike" girt û şandin girtîgehê. Endamê Çapemeniya Artemetê Salih Sertkal bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.

Di operasyonên li dijî şaredadrên Kurd de Hevşaredarên Colemêrgê, Hevşaredarên Sûrê, Hevşaredara Farqînê û hevserokên Lice û Sûrê jî hatibûn girtin.