Navenda tenduristiyê li Hesekê vebû

Li Hesekê di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê de navenda tenduristiyê hat vekirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê li Hesekê tenduristiyê vekir. Navend wê kontrola nuqteyên esasî yên doktor, dermanfiroş û qadên tenduristiyê bike. Di merasîma vekirinê de Hevserokên Wezareta Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Eyman Dervîş û Maha Omo, tevî bi sedan kesan amade bûn. Di merasîmê de hin ji doktor û dermanfiroşên li bajêr, nûnerên gelek saziyan jî amade bûn.

WÊ DESTÛR JI SEXTEKARIYÊ NEYÊ DAYÎN

Hevwezîrê Tenduristiyê Eyman Dervîş li merasîmê peyivî û got, "Hin kesan rewşa şer ji xwe re weke firsendekê dîtin. Ji ber vê yekê, der barê sextekariya di mijara qada tenduristiyê de, ev sazî wê bi wezîfeya kontrolê rabe. Divê gelê me bi vê zanibe; tenduristî karê personelên tenduristiyê ye. Em ê jî vê esas bigirin. Li dijî sextekariyê em ê têbikoşin."