'Divê Barzanî careke din wek serok neyê hilbijartin'
Sernivîskarê Pukmedia Karwan Enver, got ku eger li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka serokatiyê neyê çareserkirin wê krîza aborî û siyasî kûr bibe.
Sernivîskarê Pukmedia Karwan Enver, got ku eger li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka serokatiyê neyê çareserkirin wê krîza aborî û siyasî kûr bibe.
Sernivîskarê Pukmedia Karwan Enver ê têkildarî pirsgirêka serokatiyê ya li Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî, bal kişand ku di nav 5 partiyên hikûmet ava kirine, tevî 4 caran civîn pêk hat jî pirsgirêk hê çareser nebûye û got: "Niha koltixê serokê herêmê vala ye. Di van civînan de encamek derneket. Ez bawer nakim di vê ferasetê çareser jî bibe. Aşkera ye ku di vê mijarê de rewşeke ne diyar heye û ev hê xerabtir dibe.”
'WÊ KRÎZA ABORÎ Û SIYASÎ KÛRTIR BIBE'
Enver da xuyakirin ku nakokî tenê ne di nav partiyan de ne, di nav hin partiyan bi xwe di mijara serokatiyê de nêrînên cuda hene û ev nirxandin kir:
"Pêwîst e hemû partî mijarên wek krîza aborî û tehlûkeya DAIŞ’ê bifikirin û li gor vê tavilê pirsgirêkê çareser bikin. Daxwaza gel jî ev e ku ev pirsgirêk tavilê çareser bibe. Êdî kes naxwaze ji ber fikrên cuda yên partiyan alozî û pevçûn ji nû ve rû bidin. Divê her kes vê wek meseleyeke neteweyî bigire dest. Li aliyê din li gor min, ne rast e kesekî bi giştî 10 salan û du salan ku hatiye dirêjkirin ji nû ve wek serok bê hilbijartin. Eger wer biçe wê herêma Kurdistanê ber bi parçebûneke ku jêre ne amade ye re bibe. Wê li Hewlêr, Silêmaniyê û Duhok pêkhateyên bi serê xwe ava bibin.”
'JI BO KRÎZ ÇÊNEBE KESÎ XWE PÊŞNIYAR NEKIR'
Nivîskar Enver diyar kir ku teza hin derdoran a li Başûrê Kurdistanê kesekî ku li şûna Mesûd Barzanî serokatiyê bike nîne, ne rast e û got: "Lê ji bo li herêmê krîz dernekeve kesî xwe pêşniyar nekir. An na li herêmê gelek mirovên hêja yên wezîfeya serokatiyê bi rê ve bibin hene. Jixwe li gor qanûnan jî divê Birêz Barzanî careke din nebe serok.”