Ji konên berxwedanê ber bi çiyê ve

Brûsk Guyî yê di konê berxwedanê yê ji bo Kobanê hatibû vedan de tevlî refên PKK'ê bû got, "PKK, ji bo gelên bindest ên cîhanê, rêya rizgarî û hebûnê ye." Guyî bang li her kesî kir ji bo xwe biparêzin.

Brûsk Guyî yê di konê berxwedanê yê ji bo Kobanê hatibû vedan de tevlî refên PKK'ê bû got, "PKK, ji bo gelên bindest ên cîhanê, rêya rizgarî û hebûnê ye." Guyî bang li her kesî kir ji bo xwe biparêzin.

Yek ji kesên li dijî gotina "Waye Kobanê dikeve" hêrs û nerazîbûneke mezin nîşan da Brûsk Guyî ye. Guyî ku di nava komên destpêkê yên li Pirsûsê konên berxwedanê vedan de cih girt, yek ji kesên ku bi berxwedanê bersiv daye gelek êrîşên dewleta Tirk û ji bo astengkirina derbasbûna çeteyan, bi kîlometreyan xeleka ji mirovan ava kir. Brûsk Guyî di sala 1993'an de li Qilabanê ji dayik bû û di 28'ê Kanûna 2014'an de tevlî refên gerîla bû. Ji bo hîn bêhtir bi awayekî çalak tevlî şoreşê bibe, li refên gerîla tevî gelek hevalên xwe cih digire.

'MIN BERDIN DIVÊ EZ BIÇIM ENIYA ŞER'

Brûsk wiha axivî: "Dema em çûn Pirsûsê şer dewam dikir. Hin hevalên di berxwedana Kobanê de birîndar bûbûn hebûn, hewl dihat dayîn wan rakin nexweşxaneyê. Birîna hin hevalan giran bû, gelekî diêşiyan. Hevalekî bi navê Çiya anîn. Birîna vî hevalî gelekî giran bû. 6 gule li bedena wî ketibû, lê belê tevî vê birîna giran jî timî digot; 'Min berdin divê ez biçim eniya şer, divê ez vegerim cem hevalan, ez naxwazim li vir bimînim'. Ne di destê mirovan de bû ku mirov nekeve bin bandora vî hevalî. Êşa herî mezin a di dilê Çiya de, dûrketina ji hevalên xwe bû."

BERSIV; PKK

Guyî ku şopên kûr ên Komkujiya Roboskî di dilê wî de ye, wan rojan mîna ku hînê dijî vedibêje. Guyî da zanîn ku çep û derdorên demokrat ên Tirkiyeyê nerazîbûneke têker û têkoşîneke aktîf li hemberî komkujiyan nemeşandine û bi vî behsa tevlîbûna xwe li nav arefên PKK'ê dike:

"Ez bûm şahidê komkujiyan, bûm şahidê nerazîbûna gel. Min bi destên xwe rahişt cenazeyên mirovên li Roboskî hatin qetilkirin, rahişt cesedên hatin parçekirin. Min êşa mirovên li wê derê dît. Ya li wir hat kirin hovîtiyeke li dijî mirovahiyê bû. Gelo kî vê dikin, kî destekê didin wan? Kesek i hemberî vê derdikeve, kesek helwesteke dijber nîşan dide? Di vê mijarê de hewldan û tevgereke xurt a derdorên mûxalîf ên Tirkiyeyê tinebû. Bi tenê di ser çapemeniyê re şermezar dikirin. Diviyabû li hemberî van bûyeran, hin kes-hêz dengekî bilind derxîne. Baş e, kî heta van rojan li dijî bûyerên bi vê rêbazê derdikeve, têdikoş e? Li cihekî weke Rojhilata Navîn kî ji bo pêşî li van komkujiyan bigire têdikoşe? Û di dawiya dawî de, rastiya PKK'ê derdikeve pêşiya mirovan. Yê bersivê dide van, hewl dide pêşî li polîtîkayên dewletê yên qetilkirinê bigire û di azadbûna gelê Kurd de rola diyarker dilîze, PKK ye. PKK ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê rêya rizgariyê û hebûnê ye. Dema mirov vê rastiyê dibînin, bixwazî nexwezayî weke sosyalîstekî pêwîstî bi xwe tevlîkirina li vê têkoşînê dibînin. Bi vê wesîleyê, wê salê ez xwendekarê amadeyî ji bo zanîngehê bûm. Min xwest li erdnîgariya Kurdistanê bixwînim. Bi vî rengî karîbûm hîn bêhtir dewletê nas bikim."

'ÇIYA ŞÊWEYEKE JIYANÊ YE'

Guyî der barê çiyê de wiha axivî: "PKK bi carekê xwe berdide nava rehên mirovan. Û di vê oxirê de mirov heta dawiyê diçe. Li çiyayên Kurdistanê ez ruhê berxwedana Kobanê ji kûrahî ve hîs dikim. Bi awayekî aktîf êdî li nava refên berxwedanê me. Hevalên li wê derê li ber xwe didin, kêlî bi kêlî di hiş û dilê xwe de hîs dikim, wan dijîm. Ji bo vê têkoşînê xurttir bikim, ya ji destê min tê ez ê bikim. Li çiyayên Kurdistanê milîtanbûyîn, hesteke cuda ye. Felsefeya şêweyeke jiyanê ye. Min li bajêr her tim ev dibihîst; 'gelo ev mirov (gerîla) li wir (çiya) çawa dijîn?' Ez hatim, min dît û dijîm. Min fêm kir ku jiyana li bajaran ji ya li çiyê gelekî zehmettir e. Li vir jiyan paqij e. Mirov bê hesap, bi keda xwe jiyanê dihûnîne. Cewhera afirandina civaka bi exlaq û polîtîk, li vir e. Ev civak jî wê pêşengiyê ji şoreşê re bike. Heta pêşengê vê şoreşê Rêber Apo û Kurdistan azad bibe, ev têkoşîn wê dewam bike."

Guyî ciwanên sosyalîst ên di 20'ê Tîrmehê de dema li ser rêya Kobanê bûn li Pirsûsê bi komkujiyeke hovane hatin qetilkirin bibîr anî û got, "Ew mirov ji bo tiştekî baş bikin, li wir bûn. Ji bo pêşî li hovîtiyê bigirin çûn wê derê. Çalakger û mirovên hêja bûn. Dewlet berpirsyarê sereke yê vê komkujiyê ye."

Brûsk Guyî banga têkoşîneke aktîf kir û destnîşan kir ku xweparastin rêya yekane ya li dijî êrîş û komkujiyan e. 

...