Li Geverê pevçûn didomin
Tîmên Tevgera Taybet di saetên nîvro de welatiyên li taxên Orman, Kişla Berê û Mezarlik nobet digirtin gulebaran kir. Welatiyên li taxa Ormanê jî, li dijî êrîşên timên taybet bersiv dan û şer derket.
Tîmên Tevgera Taybet di saetên nîvro de welatiyên li taxên Orman, Kişla Berê û Mezarlik nobet digirtin gulebaran kir. Welatiyên li taxa Ormanê jî, li dijî êrîşên timên taybet bersiv dan û şer derket.
Tîmên Tevgera Taybet di saetên nîvro de welatiyên li taxên Orman, Kişla Berê û Mezarlik nobet digirtin gulebaran kir. Welatiyên li taxa Ormanê jî, li dijî êrîşên timên taybet bersiv dan û şer derket. Tîmên taybet guleyên giran bikar anîn. Li aliyê din jî leşkerên Fermandariya Tugayê topên hawanê avêtin nava taxan. Gelê derket kolanan, li dijî êrîşên tîmên taybet barîkat û hendekan ava dikin.
Hikûmeta AKP'ê ji bo şerê taybet tîmên taybet şand bajar û navçeyên Kurdistanê û niha tîmên taybet şerê taybet li ser gelê Kurd dimeşîne. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî tîmên taybet ketin nava taxan û welatiyên li taxên xwe nobetê digirin gulebaran kirin. Tîmên Taybet li taxên Orman, Kişla Berê, Yeşildere û Mezarlik gule li welatiyên nobet digirtin reşandin. Welatiyan jî bersiv dan tîmên taybet û şer derket. Tîmên taybet bi maşîneyên zirxî Kolana Cengiz Topelê dorpêç kirin û xwestin di duriyana Girtîgeha Berê re têkevin nava Taxa Orman. Piştî tîmên taybet gule li ser welatiyan reşandin û gel jî bersiv da şer derket. Gel niha li taxan xendekan dikole û barîkatan datîne ku tîmên taybet nekevin taxê. Hêzên Parastina Rewa li kolana navbera Kişlaya Berê û Mizgefta Navendî ku xwestin têkevin taxa Ormanê parastin kirin û parastinê berdewam dikin. Nêzî 5 saet e di navbera hêzên Tîmên Taybet ên dewletê û Hêzên Parastina Rewa yê taxê de şer didome. Welatiyên taxê jî ji bo nebe hedefa guleyên tîmên taybet derî û camên xwe sac kirin û dest bi parastina xwe kirin.
HERON TESPÎT DIKE LEŞKER BOMBE DIKE
Li aliyê din jî HERON li ser taxan difirin û leşkerên Fermandariya Tugayê jî li ser taxê gule û topên hawanê dibarînin. Welatiya taxê Muhteber Tugun ku guleyên hawanê li ber mala wê ket, diyar kir ku êdî aramî û rehetî j wan re nemaye û ewlehiya wan tine.
Gel li dijî êrîşên tîmên taybet li taxên Cumhuriyet, Kurukoy, Gungor, Dize, Yenî, Esenyurt û Esentepe jî dest bi parastina rewa kir û li dijî êrîşên tîmên taybet barîkatan datîne û rêyan digirin. Gel hemû derketiye kolanan û rê li pêş polîs û tîmên taybet digire. Li gelek taxan şerê di navbera tîmên taybet û gel de didome.