KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Pevçûnên li Colemêrgê didomin
Li taxa Berçelan a Colemêrgê piştî ku ciwan û welatiyan bi barîkatan parastina xwe girtin polîs û tîmên taybet dixwazin bikevin taxê. -
HPG: Herî kêm 35 leşker û 6 polîs hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê li hemberî êrîş û komkujiyên artêşa Tirk û polîsên wan ên li dijî gelê Kurd çalakiyên bi bandor li dar dixin. Bi giştî 35 leşker û 6 polîsên ku hatine tespîtkirin di çalakiyan de hatine kuştin. -
Nasnameya 4 gerîlayên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiya hêzên gerîla ya 26’ê Tebaxê li hemberî Girê Ewlekariyê yê Tûgaya Şirnexê di encama êrîşên bi obus, hawan û helîkopteran de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Amedê 5 kesên hatibûn berdan cardin hatin binçavkirin
Welatiyên li Amedê hatibûn girtin û hatibûn berdan dîsa şandin girtîgehê. -
Li herêmên gerîla tevgera hewayî
Li herêmên gerîlayan tevgera hewayî û li ser xeta sînor bomberdûmana artêşa Tirk didome. -
KCK: Pêwîst e bê nîşandan ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye - HAT NÛKIRIN
KCK: Gelê Kurdistanê pêwîst e li her bajar û navçeyan rabe ser piyan û nîşan bide ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye -
Li Colemêrgê ji ber êrîşa polîsan a li hember ciwanan pevçûn derket
Di saetên sibê de tîmên taybet operasyon li hemberî ciwanên ku li Taxên Kiran û Berçelan barîkat danîn dan destpêkirin û pevçûn derketin. -
Li Geverê nasnameya yek ji kesên hat qetilkirin diyar bû
Derket holê ku li Geverê ji 4 kesên ku ji aliyê polîs û leşkeran yek jê ciwanê bi navê Yakup Babat e. -
Ji gerîlayên jin ên TKPML/TÎKKO ji bo Ekîn Wan çalakî
Di çalakiya ku gerîlayên jin ên TKPML/TÎKKO ji bo bîranîna Ekîn Wan li dar xistin 2 leşker hatin kuştin. -
Îrtegun bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Di merasîma cenazeyê Adem Îrtegun ê 16 salî yê duh bi şev ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de, bi deh hezaran kes amade bûn. Cenazeyê Îrtegun bi qîrîna dirûşmeyên "Tolhildan", "Kujer Erdogan" û "Şehîd Namirin" hat veşartin. -
Tûncel: Di 1'ê Mijdarê de em AKP û Erdogan bixînin
Hevberdevka HDK'ê Tûncel banga 'Em di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bixînin' kir. -
Festîvala Çanda Kurd wê di 5'ê Îlonê de li Dusseldorfê pêk were
23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî wê di 5'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê were lidarxistin. -
Gelê Geverê di berxwedanê de bi biryar e
Gel û siyasetmedarên Geverê, terora dewletê protesto kirin. Hevseroka KCD'ê Irmak di çalakiyê de peyivî û got, "Berdêl çi dibe bila bibe em ê rêveberiyên xwe ava bikin." -
Ok: Divê her der bibe Gever, Farqîn, Gezî
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Ok diyar kir ku di nava du rojên dawî de herî kêm 4 zarok hatine qetilkirin û got, "Erdogan û AKP bi rastî jî qetlîemkarên zarokan e." Ok got, "Yên Kurdan qetil bikin, wê nikaribin ji hesapdayînê bifilitin." -
Li Hollandayê çalakiyên li dijî tecrîdê
Li Hollandayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, konên agahdarkirina raya giştî hatin vedan. -
Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar: Şoreşa Rojava qenciyeke dîrokê ye
Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar got, "Şoreşa Rojava, Bihara Ereb û Hezîrana Gezî nîşan dan ku li ser û binê vê xakê ne tenê petrol heye. Di heman demê de şoreş heye." -
Hemo: Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Ezîz Hemo got, "Xweseriya Demokratîk wê ji bo Bakurê Kurdistanê bibe tecrûbeyeke nû. Em vê erênî dibînin." -
Hevşaredara Nisêbînê Kaya hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. -
Endamê Asayîşa Hesekê Menco hat veşartin
Yek ji damezrînerên Hêza Asayîşa Hesekê Abdul Gafûr Menco (Hakî) yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke ku bi sedan kes lê amade bûn re hat veşartin. -
Li Miksê pêşî li karesateke mezin hat girtin
Di karesata lehiyê ya li navçeya Wan Miksê de, ji ber xemsariya dewletê şêniyên navçeyê hewl didin birînên xwe bi xwe bipêçin. -
Ayna: Xweserî sîstema komarê red nake
Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna got, "Yekane kesê îro li Tirkiyeyê li dijî sîstema destûra bingehîn diaxive Serokkomar Erdogan e, ku beriya niha gotibû guhertina rejîmê pêk hatiye." -
Li Êlihê komkujî hatin şermezarkirin
Komkujiyên li Gever û Cizîrê li Êlihê hatin şermezarkirin. -
Polîsan li Şirnexê zarokekî 17 salî qetil kirin
Li Şirnexê di encama êrîşa polîsan de zarokê bi navê Ahmet Îrtegun (17) jiyana xwe ji dest da. -
Fettah Es ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin spartin axê
Fettah Es ê li navçeya Gever a Colemêrgê di êrîşa polîsên Tirk de bi giranî birîndar bû û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da spartin axê. -
Li Bêşebab 71 cerdevanan îstîfa kirin - HAT NÛKIRIN
Li Bêşebab 71 cerdevanên ku pêkûtiya leşkeran a ji bo derketina operasyonan qebûl nekirin daxwazname dan qeymeqamiyê û îstîfa kirin.