Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Ok diyar kir ku di nava du rojên dawî de herî kêm 4 zarok hatine qetilkirin û got, "Erdogan û AKP bi rastî jî qetlîemkarên zarokan e." Ok got, "Yên Kurdan qetil bikin, wê nikaribin ji hesapdayînê bifilitin."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, polîtîkaya şer a AKP'ê û hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re nirxand.
Ok diyar kir ku zîhniyeta Erdogan û AKP'ê ti carî pirsgirêka Kurd qebûl nekirine û got, "Ne hewce ye em bêjin, Erdogan bi xwe gelek caran gotiye; tiştekî bi navê pirsgirêka Kurd nîne."
Ok bibîr xist ku bi derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê, AKP ji desthilatdariya bi tena serê xwe xistiye xwarê, hemû hesap û planên AKP'ê pûç kiriye û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê şer daye destpêkirin. Ok got, "Dewleta kûr û AKP, ji bo li dijî hêzên şoreşger-sosyalîst, vîna Kurdan a demokratîk û tevgera azadiyê şer bide destpêkirin, careke din li hev kirine."
Ok destnîşan kir ku bîlançoya şer a mehekê, bandor û encama şer a li ser civak û siyasetê, ji bo Erdogan û AKP'ê gelekî giran e û ev xal destnîşan kir: "Serdestiya leşkerî, siyasî, moral û psîkolojîk di dstê tevgera azadiyê de ye. Li Tirkiyeyê cara yekê ye di merasîmên cenazeyên leşker û polîsan de nerazîbûneke mezin li hemberî Erdogan û AKP'ê hatiye nîşandan. Di nava civakê de hişmendiya lêpirsînê derketiye holê. Tê gotin, 'çima di vî şerî de her tim zarokên gelê xizan jiyana xwe ji dest didin? Çima zarokên Erdogan, zarokên wezîr û parlamenterên AKP'ê di nava şer de nînin?' Ev rewşeke gelekî girîng e."
'RÊJEYA DENGÊN HDP'Ê ZÊDEYÎ JI SEDÎ 20'AN E'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku ji niha û pê ve 10 caran jî hilbijartin were kirin wê Erdogan û AKP bi ser nekevin û got, "Hînê hesabên xwe li gorî wê dikin ku HDP di binê bendê de bimîne. Şaşîtiyê dikin, HDP wê xurttir bibe. Faşîzm çiqasî zordestiyê bike, hêzên demokrasiyê jî wê ewçend mezin bibin. Diyalektîka vê ev e. Ji xwe ji niha ve anket nîşan didin ku dengên HDP'ê di ser benda ji sedî 15'an e. Rêjeya dengên HDP'ê zêdeyî ji sedî 20'an e. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de AKP wê careke din derbeke mirinê bixwe, xewn û xeyalên Erdogan ên ji bo serokatiyê wê bi temamî ji holê rabin."
'DIVÊ METROPOL RABIN SER PIYAN'
Ok diyar kir ku ti derdekî Erdogan û hempayên wî li ser pêşeroja Tirkiyeyê, li ser demokrasî, azadî, aramî û bextewariya gelên Tirkiyeyê nîne û destnîşan kir ku yekane derdê wan desthilatdarî ye.
Ok li ser vê mijarê ev nirxandin kir: "Vê yekê jî di dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li kedê, dijminatiya li jinê, dijminatiya li gelan, dijminatiya li demokrasî û sosyalîzmê de dibînin. Mîsyoneke bi vî rengî dane xwe. Zîhniyetên wan ên nîjadperest û faşîst jî li gorî vê ne. Ji ber vê yekê ye, di nava civakê û siyaseta qada navneteweyî de bi tenê dimînin, qels dibin. Ji ber vê yekê ye, hêzeke mezin a demokrasiyê bi pêş dikeve. Tevgera azadiyê û gelê Kurd serkêşiya vê têkoşînê dikin. Berxwedana gelê Kurd, dostên gelê Kurd, kedkar û hêzên şoreşger-sosyalîstan bêguman watedar û hêja ye. Lê belê divê vê yekê bêjim; dem ew dem e ku li metropolên Tirkiyeyê bi ruhê berxwedana Gezî berxwedana li Kurdistanê were silavkirin. Di vî warî de hînê kêmasî hene. Eger gelên Tirkiyeyê wê ji vê gurûha faşîst rizgar bibe, eger dixwaze Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, wê demê divê li her derê ruhê Gever, Farqîn û Geziyê hebin. Girîng e metropolên Tirkiyeyê rabin ser piyan."
'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE WÊ JI XWERÊVEBERIYÊ VENEGERE'
Ok bal kişand ser xwerêveberiyên li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê hatine ragihandin û got, "Gel dema xwerêveberiyên xwe ragihand got, 'Vê dewleta ku hemû mafên me yên gelbûyînê û azadiya me nas nake, em jî nas nakin'. Vegotineke gelekî hêsan, lê watedar e. Bi rastî jî eger zîhniyetek mafên gelbûyînê yên Kurdan, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê xwerêvebirinê nas nake, wê çaxê çima Kurd wê zîhniyetê nas bike. Ji dewleteke ku nasname û çanda Kurdan tine dihesibîn re çima Kurd bêje ev dewleta min e. Tiştekî bi vî rengî dibe? Kurd jî mîna hemû gelan gelekî bi rûmet û berxwedêr e. Nikare bi bêdengî serî li ber zordariya mêtîngeriyê bitewînin. Di vê çaryeka sedsala 21'an de jiyîna bê nasname, bi tena serê xwe sedema herî mezin a îsyanê ye. Hebûn û nasnameya gelê Kurd nayê naskirin. Bê guman wê Kurd serî rake, eger serî raneke ev ne baş e. Ji xwe têkoşîna 40 salan, ewçend berxwedan û berdêlên hatin dayîn ne ji bo vê bûn? Di rewşeke ku li Başûrê Kurdistanê û li Rojava gelê me dibe xwedî statu de, zêdeyî 20 mîlyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê wê çawa jiyana bê statu qebûl bike? Mîna her gelî mafê Kurdan jî heye azad be û xwe bi rêve bibe. Êdî kes nikare pêşî li vê bigire. Rêber Apo gotibû, 'xweseriya demokratîk, rêveberiya Kurdan a xwe bi xwe, modela herî rast a çareseriya pirsgirêka Kurd û mafê herî xwezayî yê Kurdan e'. Ev pirsgirêk yanî xweseriya demokratîk, ya wê bi rêya muzakereyê bê qebûlkirin, yan jî eger muzakere neyê pejirandin Kurd wê neçar bimînin xweseriyên demokratîk bi xwe ragihînin. Ji ber vê neçariyê gelê me xwerêveberiyan îro îlan dike. Rêya muzakereyê hatiye girtin. Ya rast, mijare ku em hinekî dereng mane bi cih bînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe wê ji niha û pê ve ji vê yekê gav bi paş ve neyê avêtin, veger ji vê nîne. Kurd çawa ku rêveberiyên xwe, xweseriyên xwe yên demokratîk îlan kirin, wê zanibin wan biparêzin. Ya ku niha diqewime ev e. Xweseriya demokratîk a Kurdan wê Tirkiyeyê jî demokratîk bike."
'GERÎLA HÎNÊ DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE YE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, li ser rewşa xweparastinê û çalakiyên bersivdayînê yên gerîla de jî ev nirxandin kir:
"Ti armanceke me ya kuştina hejmareke zêde ya leşkeran nîne. Eger pêkanbûya, me dixwest bêyî bêvila mirovekî xwîn bibe, ev pirsgirêk çareser bibe. Bi qasî gerîlayên Kurdistanê ti hêzeke leşkerî li cîhanê nîne ku nirxên însanî û demokratîk esas digire. Siyaseta Tirk a mêtînger di hedefa me de ye. Zîhniyeta mêtînger û dijminatiya AKP'ê ya ku ev 13 sal in li hemberî Kurdan dike, di hedefa me de ne. Ya ku divê were guhertin ev e. Naxwe, mirin an jî kuştina hejmareke zêde di exlaqa me ya şer û siyasetê de nîne. Gerîla hînê di pozîsyona parastinê de ne. Yanî xwe û gel diparêze. Armanca êrîşên gerîla parastina gel, xurtkirina parastina xwe û pêşîgirtina li êrîşan e. Li hemberî hêzên êrîşî gel nakin, tevlî operasyonan nabin û tevlî şer nabin, gerîla êrîş nake. Li hemberî cerdevanan ti êrîşeke gerîla wê nebe. Lê belê divê êdî cerdevan jî dest ji vê wezîfeya lanetbûyî berde. Rezîltiya dewletê li holê ye. Divê bes xizmetê ji lîstikên qirêj ên Erdogan û mêtîngeriya Tirk bikin. Pêwîst e hew xwîna birayê xwe birijînin. Lê belê kîjan hêz êrîşî hebûn û nirxên gelê me bikin, êrîşî ewlekariya gerîla bikin, wê ji gerîla bersiveke qat bi qat zêdetir bibîne. Ya ku niha tê kirin jî ev e."
'DIVÊ LI HER DERÊ TÊKOŞÎN WERE BILINDKIRIN'
Ok destnîşan kir ku gelê Kurd bêparastin nîne û got, "Li Gimgimê cesedê gerîlayeke jin tazî kirin û teşhîr kirin. Pê li bedenên gerîlayê kuştine kirin û wêne kişandin. Di şexsê van hevalên me de rûmeta mirovahiyê binpê kirin. Gelê Kurd vê ji bîr nake."
Ok anî ziman ku bersiva gelê Kurd a li hemberî van êrîşan, bi heybetî hat dayîn û divê bêhtir ev bersiv were xurtkirin û got, "Vaye gerîla jî hesabê vê dipirse. Zîhniyeta ku vê yekê li Kurdistanê dike û zîhniyeta di serhildana Gezî de Berkîn Elvan ê çû nan bikire qetil kir, heman zîhniyet e. Lewma em dibêjin li dijî van tîmên taybet û polîsên xwedî ruhê faşîst, divê li her deverê têkoşîn were xurtkirin. Pêwîst e li Kurdistan û Tirkiyeyê, bi ruhê Gezî li dijî faşîzma AKP'ê eniya demokrasî û azadiyê were berfirehkirin."
'GIRÎNG E BERXWEDAN LI TEVAHIYA KURDISTANÊ DENG VEDE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku divê rojeva bingehîn a niha ya Tirkiyeyê Gever, Farqîn û Cizîr be û got, "Artêş û polîsên Tirk bi fermanên Erdogan û AKP'ê re komkujiyan dikin. Gelê me bi lehengî li ber xwe dide. Ev berxwedan divê ne tenê li Botan û Farqînê be, girîng e li tevahiya Kurdistanê deng vede. Pêvajoya hilbijartinê bêguman wê li gorî serhildanên bi heybet ên gelê me û êrîşên hovane yên dewleta AKP'ê bimeşe. Ji niha û pê ve her tişt, avakirin û parastina xwerêveberiya gelê me ye. Her tiştekî ku xizmetê ji vê re neke, kêm e, ne rast e. Bi tenê di nava du rojên dawî de 4 zarok hatin qetilkirin. Erdogan û AKP bi rastî jî qetlîemkarên zarokan e. Gelê me wê bi berxwedan û serhildanên berfireh û rêxstinbûyî bersivê bide van komkujiyan. Ti hêzeke heqaretê li gelê me dike û gelê me qetil dike, wê nikaribe ji hesapdayînê bifilite."