Li Êlihê komkujî hatin şermezarkirin

Komkujiyên li Gever û Cizîrê li Êlihê hatin şermezarkirin.

Komkujiyên li Gever û Cizîrê li Êlihê hatin şermezarkirin.

Li hemberî komkujiyên li Cizîrê û Geverê li Taxa Hîlal a Êlihê welatî derketin kolanan. Welatiyên li ber Parka Zozan kom bûn komkujî bi dirûşm û tilîliyan protesto kirin. Parlamenterê Êlihê yê HDP’ê Alî Atalan ê di çalakiya protestoyî de axivî got ku wê yekîtiya Kurdan faşîzma AKP’ê têk bibe. Atalan destnîşan kir ku li hember şerê qirêj ê AKP’ê wê têkoşîna azadiyê qezenc bike û got: “Em ê Erdogan di şerê wî de bifetisînin.”

Atalan anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan li hember gelan şereke. Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku AKP desthilatdariyeke ku ji tilîliyên jinan ditirse.