Li Amedê 5 kesên hatibûn berdan cardin hatin binçavkirin

Welatiyên li Amedê hatibûn girtin û hatibûn berdan dîsa şandin girtîgehê.

Welatiyên li Amedê hatibûn girtin û hatibûn berdan dîsa şandin girtîgehê.

Li navçeya Erxenî ya Amedê 28’ê Tirmehê Dadgeha Sulh û Ceza ya Erxeniyê bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ kesên bi navê Ûygar Taner, Baran Şahîn, Zulkuf Koçyîgît, Ramazan Bal û Abbas Kayacan şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.  Li ser îtîrazê duh bi şev her pênc kes bi sedema ‘biryara girtinê li ber çavan hat girin’ hatin berdan. Li ser îtîraza Dozgeriya Komarê ya Erxeniyê ji bo her pênç kesan dadgehê careke din biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.