Endamê Asayîşa Hesekê Menco hat veşartin

Yek ji damezrînerên Hêza Asayîşa Hesekê Abdul Gafûr Menco (Hakî) yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke ku bi sedan kes lê amade bûn re hat veşartin.

Yek ji damezrînerên Hêza Asayîşa Hesekê Abdul Gafûr Menco (Hakî) yê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke ku bi sedan kes lê amade bûn re hat veşartin.

Cenazeyê Mecno li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye yê Hesekê hat veşartin.

Di merasîmê de rayedarên asayîşê, malbatên şehîdan, nûnerên TEV-DEM, Yekîtiya Star û saziyên sivîl ên li bajêr amade bûn.

Li ser navê Asayîşa Hesekê Îbrahîm Şixo li merasîmê peyivî û got, "Hin mirov dest ji welatê xwe berdidin û direvin, lê hin mirov tevî nexweşiyên giran jî li welatê xwe dimînin. Şehîdê me dilsozê welatê xwe bû. Yek ji mirovên ku herî zêde bi bedewî Asayîşa Hesekê temsîl dikir bû. Di azadkirina Hesekê de roleke mezin a Asayîşê hebû. Ji ber vê yekê divê em Asayîşa xwe xurttir bikin. Ev ji bo aramî û parastina gelê me şert e. Di heman demê de ji bo jîndarkirina şehîdên me, pêwîstiyeke. Em çiqasî karibin Asayîşa xwe berfireh bikin, çiqasî karibin birêxistin bikin, ewqasî jî em ê dilsozê şehîdan bin."

Kur û birayê Menco jî destnîşan kirin ku ew ê ti carî çeka wî li erdê nehêlin. Merasîm bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...